‘Jiyana zarokên me di nava xeteriyê de ye’

  • 13:58 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Xwendevanên Wargeha Mexmûrê di şert û mercên zivistanê ya herî zehmet de jî xwendina xwe berdewam dikin.
 
Ambargo û dorpêça ji aliyê hukumeta PDK' ê ve li ser Wargeha Penaberan a Mexmurê hatin danîn, di roja xwe ya 104’an de berdewam dike. Bi tu awayî rê nadin ku nexweş û karker jî di nav de şêniyên Mexmûrê derbazî bajarê Hewlêrê bibin. Bi hatina werza zivistanê re her ku diçe şert û mercên jiyanê ya xwendevan û ya gelê wargehê girantir dibe. Di derbarê şert û mercê zivistanê de xwendina zarokan çawa berdewam dike mamosteya weqfa jinê Ayten Bulut axivî û got: "Em wekî sazî ji ber bê derfetiyan nikarin kemasîyên heyî çareser bikin."
 
‘Di saziyê de jin, ciwan û zarok tên perwerdekirin’
 
Mamoste Ayten Bulut di derbarê zehmetiyên werza zivistanê ku xwendevan dijîn wiha axivî û got: “Saziya herî kevin ku di wargehê de hatiye avakirin saziya weqfa jinan a Mexmûrê ye. Di saziyê de jin, ciwan û zarok tên perwerdekirin. Niha wek pêşdibistanê em perwerde didin zarokan. Em wekî sazî ji ber bê derfetiyan nikarin kemasîyên ku hene çareser bikin û ji ber vê jî bi hatina barana zêde cihê ku perwerde lê tê dayin xira bûye.”
 
‘Jiyana zarokên me di nava xeteriyê de ye’
 
Ayten bulut bal kişand ser dorpêça ku ev 104 roj e li ser Mexmûrê berdewam e  û wiha got: “Saziyên ku dixwazin alikarî bidin me hene, lê mixabin ev dorpêça  ku 104 roj e li ser wargehê berdewam e ji ber wê jî nikarin destê xwe bigihînin me. Tevî cihê herî xweş pêşdibistan e jî lê belê jiyana zarokên me di nava xeteriyê de ye. Em wekî mamostayên weqfa jin bang dikin ku demek ji demekê zutîr rê ya me were vekirin.”
 
‘Em bi lez banga alikarî ji bo xwendevanên xwe dikin’
 
Mamosta Ayten Bulut di dawiya axaftina xwe de banga alikariyê kir û got: “Bi hatina werza zivistanê re pêwistiyên sereke yên  xwandevanên me gaz e, ji ber ku em werza zivistanê bi tendirustî derbas bikin pewistî bi gazê heye. Sala ku herî bi zehmet em dijîn îsal e ji ber dorpêç û bêderfetîyan bi lez em banga alikarî ji bo xwendevanên xwe dikin.”