Li Qamişloyê 3 lehengên azadiyê bi tililiyên dayikan hatin oxirkirin

  • 14:04 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Li bajarê Qamişloyê 3 pakrewanên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin.
 
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê 3 lehengên berxwedana rûmetê yên ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanan xwe ji dest dane oxir kirin. Merasîma oxirkirinê li Goristana Delîl Saroxan pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê merasim dest pê kir. 
 
'Tirsa dijmin ji azadiya gelan heye'
 
Hevseroka tevgera civaka demokratîk Tev-Dem Zelal Ciger axivî û wiha got: "Îro roja têkoşînê û berxwedanê ye ku em li hember dewleta tirk a desthilatdar bisekinin. Ji bo azadiya welatê xwe û ji bo rûmeta mirovên xwe û hebûna mirovatiyê em şer dikin. Moralê me baş e, di hizûra van pakrewanan de. Zarokên ku îro berê xwe didin top û tifingan û li ber xwe didin, bê ku ji dijminan bitirsin xwesteka wan ji vî  gelî ku ji rêya wan venegerin. Gelê me yên ku li ser vê axê maye vê rastiyê dide nîşandan, ku tu kes nikare vîna wan biçewisîne. Dîroka hezarê sala her dijmin  xwestiye me tune bike, tirsa dijminan ji azadiya gelan e. Tiştekî ku em jê bitirsin tune ye, em teslîmkariyê qebûl nakin. Ger em li ber xwe bidin em ê bi ser bikevin û di vî şerê cihanê yê sêyemîn de em ê hebûna xwe bidin çêkirin. Tu kes nikarê şitla azadiyê ji holê rabike. Doza kurd li dunyayê belav bûye, dozeke ku her roj li ziman tê gotin ku em xwedî heq in. Sîstema Rêveberiya Xweser sîstemeke demokrate ya pêşengtiya hemû civakê ye. Em pêşengên azadiyê ne, helbet em ê bedel bidin." 
 
'Berxwedana rûmetê wê bi ser bikeve'
 
Li ser navê çalakvanên konê nerazîbûnê Endama Kongreya Star a Serêkaniyê Selwa Ehmed axivî û got: " Di vê serdemê de hemû rojên me, rojên berxwedaniyê ne. Erdogan dibêjê ez ê kurdan qir bikim, pêwist e her kurdek li welatparêziya xwe xwedî derkeve. Di  vê merheleyê de yekîtiya kurdan girîng e. Serê me bilind e, roj roja me ye, berxwedana rûmetê wê bi ser bikeve." 
 
Piştî axaftinan bawernameyên lehengan li malbatên wan hatin belavkirin û di nava tililiyên dayikan de cenazeyê pakrewana hilgirtin li ser milan û spartin axê.