Meclîs û însiyatîfa gel banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê kirin
- 14:08 30 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ- Meclisa Gel ya Kantona Kobanê û Insiyatîfa gel bi daxuyaniyeke devkî banga gel û bazirganên herêma Firatê kir ku kel û pelên dewleta tirk boykot bikin.
Bi armanca boykotkirina kel û pelên dewleta tirk li herêma Firatê Meclisa Gel û Insiyatîfa gel yên Kantona Kobanê bi daxuyaniyeke çapemenîyê bang li gel û bazirganên herêma Firatê kirin ku hemû cureyên kel û pelên dewleta tirk boykot bikin da ku bi rêbazên cuda li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Daxuyanî li sûka Tilel ya Kobanê ji aliyê hevserokê Meclisa gel ya Kantona Kobanê Mustefa Êto ve hat dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi navê Meclîsa Gel û Insiyatîfa Gel ya Kantona Kobanê, em bang li raya giştî, hemû sazî û dazgehên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku êrşên hovane yên li ser gel û kuştina zarokên me bisekinin. Her wiha bang li gelê xwe yên li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê dikin ku ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê em bi rêbazên cuda liv û tevger bikin.
Kel û pelên dewleta tirk difiroşe dikevin hizmeta aboriya wan, ev jî wekî fosfor, tank û top li dijî zarokên me tên bikaranîn. Em hêvî û daxwaz dikin ji gelê herêma Firatê ku kel û pelên dewleta tirk boytkot bikin da ku nebin sedema kuştina zarokên me û koçberiya gelê me. Her wisa em bang li hemû bazirganan dikin ku bertekên xwe li hember hovîtiya dewleta tirk nîşan bidin û ew jî bi erkên xwe rabin.
Serkeftin wê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be, bi aşîtî, aramî, wekehevî û jiyaneke hevbeş wê gelên me li ser vê axê jiyana xwe bidomînin."
Piştî daxuyanî bi dawî bû endamên meclîsa gel û însiyatîfê belavokên boykotkirinê li bazirgan, dikandar û gel belav kirin.







