TJK-E: Di 2’ê Mijdarê de em ê li qadan bin
- 14:42 30 Cotmeh 2019
- Rojane
TJK - E'yê diyar kir ku bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Hevgirtina Bi Kobanê ya Cîhanê re ew ê di 2’ê Mijdarê de li qadan bin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Beriya niha bi 5 salan bi maskeya DAÎŞ’ê êrîşî hemû nirxên mirovahiyê hate kirin. Jinên kurd di Tebaxa 2014’an de û di Îlona 2014’an de ew maskeya reş rakirin. Vê têkoşînê di wijdanê mirovahiyê de jî cihê xwe girt. Şoreşa demokratîk a li Rojava ji hemû cîhanê re bû ronî û hêvî. Bi sedan enternasyonalîstan berê xwe dan ser vê axê û bûn rêhevalên Arîn Mîrkanan. 1’ê Mijdarê roja hevdîtineke wisa bû. Li hemberî êrîşa herî faşîst û paşverû ya dîrokê cîhanê cara pêşîn enîyeke berxwedanê ava kirin. Îro jî li gelek welatên cîhanê gel, jin, ronakbîr, siyasetmedarû tevgerên sosyalîst xwedî li şoreşa Rojava derdikevin.
Di salvegera 5’emîn a 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de careke din çalakiyên berfireh tên lidarxistin. Em ê jî di 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de ji bo parastina şoreşa jinan li qadan bin. Em bang li hemû femînîst, ronakbîr, rewşenbîr, ekolojîst, anarşîst û rêxistinên jina dikin ku ji bo parastina şoreşa Rojava bila li qadan bin.”







