Şêniyên Dêrikê 6 tekoşerên berxwedana rûmetê oxir kirin

  • 15:10 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê 6 tekoşerên azadiyê bi merasîmekê girseyî oxir kirin.
 
Şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê 6 tekoşerên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîd Xebat oxir kirin.
 
Navên tekoşerên azadiyê yên di berxwedana rûmetê de ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Nuha, Mîdiya Şoreşger, Denîz, Şervan Gabar, Zana, Muhrem Ferhad.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star Asya  Abdullah sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Îro em ji her çar perçeyê Kurdistanê şehîdên xwe oxir dikin. Berxwedanek neteweyî îro tê meşandin. Berxwedaneke dîrokî li hemberî faşîzmê tê meşandin. Ev axa ku çeteyên DAIŞ’ê li ser têk çû,  careke din li ser vê axê li hember faşîzma dewleta tirk îro berxwedanek ji bo hemû gelan tê meşandin. Çawa ku DAIŞ têk çû wê mamosteyên wan jî têk biçe. Bila tu kes xeyalan neke ku bi serbikevin ji ber ku baweriya me bi hêza me heye. 
 
Piştî axaftinan nasnemeyên tekoşerên azadiyê hatin xwendin û bi tilîlî û bi dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.