Ciwan herikîn qadan û piştgirî dan QSD’ê

  • 16:45 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Îro bi sedan Ciwanên Şoreşger daketin qadan û piştgiriya xwe ji bo hêzên QSD’ê nîşan dan.
 
Bi dirûşma "Na ji dagirkeriya dewleta tirk" bi sedan Ciwanên şoreşger ên bajarê Hesekê meşek girseyî li dar xistin û piştgirî dan şervanên QSD’ê. Endam û Rêvberiyên saziyên civaka Sivîl tevlî meşê bûn. Meşvanan wêneyên jin û zarokên ku di şerê Serêkaniyê bi çekên qedexekirî ya fosforê spî hatin qetilkirin û pankartên bi nivîsa "QSD’ê hêv û vîna me ye" hilgirtin. Meş ji çarxereya Sînalok dest pê kir û li çarxereya Itfayiyê veguyherî mîtîngê. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê,  ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Ciwanên Suriyeyê Gibrayîl Şemûn û Endamê Meclîsa Ciwanên Şoreşger Asil Feraşîn axivîn û wiha gotin: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra sivîlan hedef digirin. Jin û zarokan qetil dikin bi hezaran sivîl koçber bûn. Em bi hêza şervanên QSD’ê bawer in ku çawa me ji terora DAIŞ’ê xelas kir dê me ji komkojî û qetilkirina ku artêşa tirk a dagirker pêk tîne xelas bike. QSD’ê ji  hemû cîhanê isbat kir ku çeteyên DAIŞ’ê di bin kontrola dewleta tirk de ye. Mînaka wê jî kuştina Ebubekir El- Bagdadî û Muhacir jî li Cerabulisê ye. Ew li sînorên ku di bin kontrola dewleta tirk de ye hatin kuştin. Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku ceza ji dewleta tirk bixwaze û rê li ber zindîkirina terorê bigire."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî QSD" bi dawî bû .