Li Wanê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn

  • 17:52 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Di qezaya trafîqê ya li ser rêya di navbera Colemêrg û Wanê de 3 kesan jiyan xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. 
 
Di encama ku 2 wesayîtên ku li Gêdûka Guzeldere ya li ser rêya di navbera Colemêrg û Wanê de li hev qelibîn qezaya trafîqê pêk hat. Mînîbûseke rêwiyan ku plaqe û ajoklarê wê nehatin hînbûn ji Colemêrgê diçû Wanê, ji ber sedemeke nediyar li wesayîtekî qelibî. Bi qelibînê re wesayît firiya şerempolê. Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne. 
 
Piştî bihîstina qezayê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê û birîndaran rakirin nexweşxaneyên li Wanê.