TUAY-DER: Jiyana girtiyan di xeteriyê de ye

  • 18:35 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - TUAY-DER, daxuyani li ser îşkence û neheqiyên ku di girtîgehan de tê kirin da. Di daxuyaniyê de hat gotin “ger ev neheqî berdewam bike, jiyana girtiyan di xeteriyê de ye û em ji  ewlehiya wan bi fikar in.” 
 
Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY- DER), li ber avahiya Komeleya Amedê li ser binpêkirina mafên girtîgehan daxuyaniya çapemeniyê da. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên herêm û  navçeyan, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), û malbatên girtiyan jî tevlî vê daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Komeleyê Bahar Akyapi ve hat xwendin.
 
‘Binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike’
 
Bahar, ji raya giştî re da diyarkirin ku, binpêkirina mafên mirovan bi salane di rojevê de ye û roj bi roj rewş girantir dibe, û bal kişand ser malbatên girtiyan ku di van demên dawî de serîlêdanên TUAY-DER a Amed’ê zêde bûne. Di meha Cotmehê de ji aliyê komaleyê ve Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, Girtîgeha Tîpa T ya Amedê, Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Amedê, Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hejmara 1 û Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê hatine serlêdan kirin. Bahar, di hevdîtinên ku bi girtiyan re daye meşandin de da diyarkirin ku, binpêkirinên mafan berdewam dikin. Gilî û binpêkirinên ku berî niha di hevdîtinên rayedaran de hatibûn kirin encam negirtiye.
 
TUAY-DER encama hevdîtinên bi girtiyan re, tesbît û çavdêriyên xwe wiha anî ser ziman:
 
“*Di serî de hevdîtinên ku me bi girtiyên Saziya Girtîgeha Tîpa T ya Amedê û Girtîgeha jinan ya girtî Tîpa T ya Amedê re da meşandin, cihê hevdîtinê ji hêla xebatkarên parastinê ve ji mesafeyek pir nêz ku dengê me dihat bihîstin de hat guhdarkirin û şopandin. 
 
*Li Saziya Girtîgeha Tîpa T ya Amedê û Saziya Girtîgeha Girtî ya jinan Tîpa T ya Amedê de, ji ber ku di koguş û hewadariyan de kamera hatine bicîhkirin, jiyana taybet a girtiyan hatiye binpêkirin.
 
*Ji ber ku di koguşan de ji hejmara kapasîteyê zedetir girtî hene, nivîn li erdê têne danîn û ji ber vê yekê jî qada jiyanê ya girtiyan teng dibe. Em hatin agahdar kirin ku hewadariyên wan jî gelekî biçûk in.
 
*Xwarina ku ji girtiyan re tê têra wan nake. Xwarinên ku tên ji bo ku neyên xwarin an zeyt an jî xwêya wê zêde dikin. Di nav xwarinan de cam, kêzik û mû derdikevin. Tevî ku ev rewş ji rêveberiya girtîgehê re hatiye gotin jî ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Girtiyan dan xuyakirin ku, lêgerînên sergirtina koguşan digihêje asta tacîzê.
 
*Tevî ku ji bo gelek pirtûk, rojname û kovaran biryara qedexekirinê tune ye jî, hat diyarkirin ku, pirtûk, rojname û kovar ji bo girtiyan hatine sînordarkirin. Tê xuyakirin ku kêyfî van tiştan pêk tînin.
 
*Bi taybet li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê ya hejmara 1 û 2, ewlehiya jiyana girtiyan tune ye, rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên û piştî tundiya liser laşê wan tê kirin nahêlin ku rapora bijîşkan jî bistînin. Di hevdîtinên malbat û parêzeran de li gorî çavdêriyên wan, şopên îşkenceyan hîn li ser laşê girtiyan tên xuyakirin. 
 
* Hat diyarkirin ku gelek girtî bi awayekî kêyfî, bê qanûn û bê hiqûq cezayê disîplînê li wan hatiye birîn. Girtî di dîroka ku pêwîst e werin berdan de, ji ber şert û mercan cezayê dîsîplînê têne girtin.
 
* Bi binpêkirina mafên tenduristiya girtiyan, mafê tenduristiyê hatiye sînordarkirin. Û anîn ser ziman ku mafê nexweşxanê û derman kirinê hatine asteng kirin. Ev girtîgehên ku girtiyên wê yên nexweş ên giran jî hene, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi awayekî kêyfî berdewam dike. Ev aşkere ye ku ji bo tenduristiya girtiyan encamên xirab derxe holê.” 
 
‘Em Wezareta Dadê dawetî wazîfê dikin.’
 
Bahar, destnîşan kir ku, nerazîbûna rêveberiya girtîgehê ya li dijî binpêkirina mafan sûc e û da diyarkirin ku  “ger ev bi vî rengî berdewam bike, em bi guman in ku jiyana girtiyan di xeteriyê de ye. Divê derhal dev ji vê neheqiya ku li ser girtiyan tê meşandin berde. Divê wek hiqûqa navneteweyî  bi awayekî mirovî bên destgirtin. Tenduristiya girtiyan diber çav re derbas kirin, girîngî dayîna xizmeta tenduristiya nexweşan, pêwîstî bi pêdiviyên tedbîr girtinê heye, da ku ji derfetên dermankirinê sûd werbigirin.
 
Em demildest nûneran vedixwînin ku ji bo avakirina mekanizmayên denetimê yên azad hewil bidin. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin.