Jinên Helebê bi meşekê êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin

  • 18:44 30 Cotmeh 2019
  • Rojane
HELEB - Jinên Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê meşek girseyî li dar xistin.
 
Bi pêşentiya Kongreya Star bi sedan jin tevlî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bûn. Jinan bi tundî bertek û nerazîbûna xwe dan nîşandan. Di meşê de bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Erdoganê xwînxwar re" hat berzkirin. Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevrîn Xelef, Amara û alên YPJ, Kongreya Star hatibûn hildan.  
Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a dikeve taxa Xerbî dest pê kir û heta taxa cebbanat a dikeve taxa şerdî dewam kir. Paşê li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Rûşîm Mihemed axivî û wiha got: "Erdogan dema êrîşê ser Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê kir armanca wî ne herêma ewle bû armanca wî qirkirina gelê kurd bû. Hemû cîhanê dît ku bi çi rêbazê êrîşî jinan dike, mînaka wê jî Hevrîn, Amara û dîl girtina Çîçek Kobanê bû. Lê dijmin çi bike jî nikare vîna jina azad bişkîne. Em ê li ber xwe bidin û em nahêlin ku ev dagirkerî êrîşa xwe li ser welatê me bidomîne."
 
Her wiha Kongreya Star li ser jiyana jina xwedavend şanoyek pêşkêş kir. 
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana jinê", "Bijî jina azad" û "Na ji kuştina jinê re" bi dawî bû.