'Dermanên qedexekirî bi kar dianîn'
- 09:02 31 Cotmeh 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jina bi navê E.M a ji kantona Şehbayê diyar kir ku hevjînê wê bi nezanî ketiye nava çeteyan û êdî nikaribû jê xilas bibe û got: “Çeteyên DAIŞ’ê bi rêya dermanên qedexekirî û perwerdeyên olî yên ku bi navê ‘Tobê’ tên dayîn bandorê li ser welatiyên weke hevjînê min nezan dikin û tevlî xwe dikin.”
Çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê hêzên YPG,YPJ û QSD’ê ve bi giştî hatin têkbirin, ji sala 2017’ an ve bi şêwazên cuda hucreyên xwe yên veşartî rêxistin dikin. Li gor sivîlên ku di salên derbasbûyî de ketine nava karê wan ê veşartî û perwerdeyên wan dibêjin: “Di perwerdeyên olî de em fêrî hilgirtina çekan dibûn. Bi darê zorê em bi baweriya DAIŞ’ê îkna dikirin. Ji bo ku em tevlî artêşa wan bibin. Yên li hemberî van kirinên wan derdiketin jî serê wan jê dikirin û ji bo tirsandinê bi rojan serê wan li kolanan dihiştin."
Gelek welatî xizmên wan ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin û carek din agahî ji wan nehatiye girtin. Jina bi navê E. M a niha li kantona Şehbayê dijî jî yek ji wan jinan e ku hevjînê wê ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin û carek din agahî jê negirtiye. E. M a 24 salî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide tenê jêre hatiye gotin ku hevjînê wê di nava çeteyan de ye.
‘Perwerdeya olî rêbaza tevlîbûnê ye’
E.M diyar kir ku dema hîn bûye têkiliya hevjînê wê bi çeteyên DAIŞ’ê re heye nerazîbûn nîşan daye û wiha domand: “Dema hevjînê min behs kir ku wê tevlî DAIŞ’ê bibe ez li dijî wî derketim, lê her digot ‘ez henekan dikim,’ piştî wê helwestê bi çend rojan hevjînê min nema vegeriya. Paşê jî komên çete ji me re gotin ku tevlî perwerdeyeke olî bû, perwerdeya olî rêbaza tevlîbûnê ye û carek din ew venagere. Beriya biçe gelek guhertin me di keseyet û axaftinê wî de didît, weke mînak dema me digot DAIŞ xwe aciz dikir û digot ‘weha nebêjin, bêjin Rêxistina Dewleta Islamî.’ Me hewil da em ji wê fikirê dûr bixin, lê bi carekê re windabû û êdî me nedît.”
‘Dermanên qedexekirî tevlî xwarinê wan dikirin’
E. M da zanîn ku hevjînê wê gelek caran piştgiriya DAIŞ’ê dikir, lê wan zanî bû komên çete her dermanên qedexekirî tevlî xwarinê wan dikirin û wan bandor dikirin, ev yek jî piştî ku hevjînê wê behsa asta xweşbûna xwarina DAIŞ’ê dikir hînbûye û wiha pê de çû: “Hevjînê min hesinbar bû. Li Babê dixebitî, her di nav çeteyan de bû, lewra di wê astê de ji wan bandor bû û tevlî wan bû.”
‘Mal dorpêç kirin û li hevjînê min digeriyan’
E. M di derbarê perwerdeya olî ya ku hevjînê wê tevlî bûye de jî ev nirxandin kir: ”Hevjînê min derbasî perwerdeyê olî bû, di sîstema wê perwerdeyê de zilamê ku zewcî be heftane diçe malê. Lê hevjînê min hemu perwerdeya xwe ya du meh û nîvan bê destur derbas dikir. Piştî 20 rojan, di hedef girtina Babê de, bi balafiran çeteyên DAIŞ’ê hatin malê me dorpêç kirin û li hevjînê min digeriyan. Asta hovîtiya DAIŞ’ê gihaşt ku em êdî nikarin bi kurdî biaxivin. Komên çete hin komîteyên jinan bi navê “EL-Hisbê” ava kirin, bi karê lêpirisîna jinan hatin erkdarkirin. Dema ku jinek cilên reş li xwe nekira giliyê wê li gel çeteyan dikirin. Hema her tişt li gel wan sûc bû û cezayê wan jî lêdan bû. Ji lêdanê re jî digotin ‘celd’ êdî li gorî şaştiya kirî lêdan dihat diyarkirin. Ne tenê jin, zarok jî dihatin cezakirin û li wan dixistin. Bi hinceta sûc kirine zarok jî digirtin û tevlî perwerdeya xwe ya olî dikirin. Piştî perwerdê jî yan dê tevlî wan bibe yan jî dê serê wan bê jêkirin û bi rojan li kolanê bê hiştin ji bo îbretê.”
‘Mêrekî temenmezin û ciwanek daliqandin’
Têkildarî cezakirina zarokan jî E.M mînaka kurê xwişkê xwe yê dema di nava zarokan de dilîst ji aliyê çetan ve hatî girtin da û wiha berdewam kir: “Kurê xwişka min zarok bû. Dema di nava zarokan de dileyist hat girtin, komên çete dixwestin bibin, lê bavê wî çû lêborîn ji wan xwest ji bo ku kurê xwe xilas bike. Ez şahîdê bûyerekê bûm, carekê li Babê zilamek û xortekî 18 salî li qada Babê hatin daliqandin. Her gel diçûn dihatin li wê sekinandin qedexe bû. Dema kesek bisekine dibe ku bi hincektekê bê girtin.”
‘Tevlî YPG’ê bibin’
E.M bang li ciwanan kir ku ji bo tolhildana hemû êşên wan ji destê çeteyan dîtine, tevlî YPG û YPJ’ê bibin û wiha axaftina xwe dawî kir: "Banga min di serî de ji bo ciwanan û paşê jî li her kesî heye ku tevlî DAIŞ’ê nebin. Heger dixwazin aliyekî bigirin û şer bikin bila tevlî hêzên YPG’ê bibin. DAIŞ di bin navê Islamiyetê de zordarî, hovîtiyê dide meşandin. Tu carî girêdana wê bi islamê re nîne. Ez bi tevlîbûna hevjînê xwe ne razîme, naxwazim ku biryarek li gorî pêkanînên hevjînê min li ser min bê girtin. Hevjînê min çu êdî vegera wî nîne, naxwazim kesek din weke wî şaş bibe û di rêya şaş de biçe. Ji bo tolhildana ji van kirinên dermirovî li ser mirovên me hatine ferzkirin divê ciwan tevlî nava YPG û YPJ’ê bibin û tola me hilînin.”







