Zarokên Helebê: Em dixwazin zarokên Cizîrê vegerin dibistanên xwe

  • 09:07 31 Cotmeh 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Zarokên dibistanên Taxa Şêx Meqsud a Helebê ji bo zarokên Herêma Cizîrê gotin: "Em naxwazin tiştên ku li Efrînê hatiye serê me li Cizîrê dubare bibe. Em dixwazin zarokên Cizîrê vegerin dibistanên xwe û di nava aramiyê de bijîn.”
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê ji 9’ê Cotmehê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê dest bi êrîşan kirine û heta niha jî êrîş berdewam in. Zarokên dibistanên Taxa Şêx Mexqus a Helebê têkildarî rewşa zarokên di nava şer de û binpêkirina mafê wan ê xwendinê de axivîn. Zarokan diyar kirin ku ew naxwazin tiştên bi serê zarokên Efrînê hatine, bi serê zarokên herêma Cizîrê jî bên.
 
'Em naxwazin tiştên li Efrînê bûye li Cizîrê dubare bibe'
 
Zarokê bi navê Mihemed Elî Biro yê ku bi xwe ji Efrînê ye û niha li Helebê dijî hestên xwe wiha anî ziman: ”Em naxwazin tiştên ku bi serê zarokên Efrînê hatiye li Cizîrê berdewam bibe. Em dixwazin hemû zarokên Rojava bi ziman û çanda xwe di dibistanê de bixwînin. Erdogan nahêle zarok di nava aramiyê de bijîn. Her tim zarokan qetil dike. Zarokên mîna me niha ji dibistanê xwe qetiyane û bi komkujiyên Erdogan û çeteyên wî rû bi rû tên. Em nahêlin tu dagirker erdê me ji me bistîne. Bi me zarokan mabe em ê axa xwe ji dagirkeran re nehêlin" 
 
'Em dixwazin zarokên Cizîrê vegerin dibistanên xwe'
 
Zaroka bi navê Fûziyê Osman jî destnîşan kir ku dilê wan li gel zarokên Herêma Cizîrê ye û wiha domand: “Tu carî dagirkeriya Erdogan nikare ziman û çanda me ji me bigire. Em Kur din mafê me ye azadî û em bi zimanê xwe bixwînin. Erdogan çi ji kurdan dixwaze? Her tim zarok, kal û pîran hedef digire û qetil dike. Zarokên mîna me divê niha li dibistanê bin û li nava kolanê azad bijîn û bi zimanê xwe bixwînin. Serkeftin ya me ye, bimire Erdogan." 
 
'Em li pişta hêza xwe ne'
 
Hêvî Mihemed jî daxwaza aramiyê ji bo zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: ”Em bi hêvî ne ku di demek nêz de ev dagirkerî bê sekinandin û em di welatê xwe de bi aramî bijîn. Bandorên neyînî yên şer gelek in. Ji ber wê em daxwaz dikin ku welatê me ji dagirkeran bê rizgarkirin. Bawariya me bi hêza me heye, wê tola şehîdan rakin. Em li pişta hêza xwe ne.”  
 
'Mafê me zarokan heye em li ser axa xwe bijîn'
 
Zarokê bi navê Xelîl Hiso jî daxwaz kir ku Efrîn û hemû herêmên ku di bin destê dagirkeran de bên rizgarkirin û her zarokek bi malbatên xwe vegere ser cih û warê xwe û wiha dom kir: ”Mafê me zarokan ê jiyanê û xeyalên xwe pêkanînê heye."