Gulîxan Tahir: Dîrok tu caran rûreşiyan ji bîr nake
- 09:10 31 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê lihevkirina Destûrê Sûriyê de ku di 1'ê Mijdarê de wê were lidarxistin nirxandin kir. Gulîxanê got:"Pêwîst e NY ji xwe şerm bike. Gelekî ev 8 sal in li dijî DAIŞ'ê mal û rihê xwe dan. Îro wan tevlî destûrê nake û mafê wan naparêze."
Şandeyê Taybet ê Sûriyeyê Geer Bedrison ji bo lihevkirina Destûra Sûriyê wê di 1'ê Mijdarê de li hev kom bibin. Têkildarî vê mijarê endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir nirxnadin kir.
'Heta kengî wê xwînrijandin bidome?'
Gulîxanê wiha got: "Gelek hêz û dewlet li ser Sûriyeyê li hev kirin, da ku wê di navbera xwe de par bikin. Lê di vir de gelê Sûriyeyê bi hemû netewên xwe bûn qurbaniya van hevpeyman û tifaqan. Bi milyonan kes di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di vir de dijmin tenê berjewendiyên xwe esas girtin."
'Di civînên Cinev û Astana de parçekirina xaka Sûriyeyê dihat pilankirin û îro tê pêkanîn'
Gulîxanê civînên Cinev, Astana ku çareseriya kirîza Sûriyeyê esas digirt bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Hêzên hegemonîk baş dizanin ku çi dikin û bi çi rêbazî şer û kirîza heyî kûr û dirêj dikin. Qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi dehan civînên Cinevê li dar xistin û herî dawî Astana bû. Lê mixabin di ewqas civînê de ne çareserî, kûrkirin û parçekirina xaka Sûriyeyê dihat pilankirin."
'Pêwîst e ENKS di destûrê Sûriyeyê de cih negire'
Gulîxanê ser tevlîbûna ENKS ji destûra Sûriyeyê re ev yek da xuyakirin: "Niha ENKS dê bi navê Kurdan derbasî civîna destûra Sûriyê bibin. ENKS'ê di pilana dagirkirina Efrînê de bi Tirkiyeyê re li hev kiribû, lê niha em tu hebûna wan di Efrînê de nabînin. Heman demê de wê di destûrê Sûriyê de jî wiha be. Pêwîst e ENKS li rastiya xwe vegere û nebe amûrek di destê dijmin de ku welatekî xirab û dagir bike."
'Çareserkirina kirîza Sûriyeyê Rêveberiya Xweser e'
Gulîxanê diyar kir ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herî guncav a çareserkirina kirîza Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 8 sal in li gorî projeya Netewa Demokratîk ku Rêveberiya Xweser pêşengtiya wê dike xwe bi rê ve dibe. Di Rêveberiya Xweser de maf, hebûn, îrade û dîroka hemû netewan hate parastin û ya herî girîng wan ji komkujî û qirkirinê parastine. Modela herî guncav a çareserkirina kirîza Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser e."
'Pêwîst e NY ji xwe şerm bike'
Gulîxanê bang li Netewên Yekbûyî kir ku ji xwe şerm bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê me li hember çeteyên DAIŞ'ê mal, rih û zarokên xwe kirin qurbanî da ku axa xwe biparêzin. Îro Netewên Yekbûyî bi çi mafî Rêveberiya Xweser tevlî destûrê Sûriyê nake? Pêwîst e NY êdî ji xwe şerm bikin. Dîrok tu carî rûreşiya wan dê ji bîr nake."







