Hêvî Silêmen: Bi hedefgirtina jinan tê xwestin ku civak bê tunekirin

  • 09:14 31 Cotmeh 2019
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman di derbarê destdirêjiya dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser jinan tê kirin axivî û got: "Êrîş û kiryarên ku li Efrînê pêk hatiye îro li Rojhilatê Firatê xwe dubara dike û jinan hedef digire. Dewleta tirk destkeftiyên jinan bi dest xistine hedef digire û dixwaze gelê Rojava tune bike."
 
Di 8 salên aloziya Sûriyeyê de jinên kurd bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza jina azad nîşan dan. Li hemberî terorê şer kirin. DAIŞ tune kirin û bi siyasetê gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Van destkeftiyan tirsek mizin di dilê dewleta tirk de ava kir. Lewra êrîşên xwe li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşand. Ji bo tunekirina hêza jina azad, jin hedef girtin û bi hemû cureyên îşkenceyan êrîş kir. Li beramberî wê derûniya jina azad xurtir bû. Têkildarî vê mijarê endama Koordinasyona Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêmen di derbarê hedefgirtina jinan de nirxandin kir.
 
'Êrîşên ser Rojava jinan hedef digire'
 
Hêvî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû:" Di bingeha êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina gelan ji zihniyeta desthilatdar hatiye. Êrîşên ku di Serêkaniyê de bi taybet îradeya jina azad hat hedef girtin. Tevî hovîtiya êrîşan îradeya jin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehat şikandin."
 
'Destkeftiyên  jina bi dest xistiye tê hedefgirtin'
 
Hêvî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser  destkeftiyên ku jinan bi dest xistine û wiha vegot: "Di Rojhilata Navîn de yekem şoreş bi pêşengtiya jinan tê bi êvebirin û destkeftiyên herî mezin bi destê jinan hat bidestxistin. Tenê îradeya jina azad dikarîbû li hember terorê bisekine û destkeftiyan bi dest bixe. Cihên herî bi ewle ava bike pêşengtiya civakê bike û şoreşa civakî pêk bîne. Bi destê jinan ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta tekoşînê bilind kirin û bi sekina xwe serkeftinên mezin honandin. Li hember vê yekbûnê hêrsa dewleta tirk û tirsa wê pir veşartî nema, ev yekbûn di Efrînê de hat hedefgirtin, bi êrîşên herî giran berxwedana 58 rojan nikarîbû tune bikira. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliya dewleta tirk a dagirker ve xwestin îradeya jina azad bi hemû cureyên dijmirovatî têk bibin."
 
'Kiryarên  li Efrînê îro li Rojhilatê Firatê xwe dubare dike'
 
Hêvî wiha dewam kir: "Di Efrînê de planên wan pêk nehat. Lewra êrîşên xwe birin Serêkaniyê û Girê Spî. Hêrsa dewleta tirk di Efrînê de gihaşt asta ku bi cenazeya şehîd Barîn bilîzin.. Ji bo ku îradeya jinan lawaz bikin ev pêkanînê dijmirovatî bi dîmen li ber çavê dunyayê hat kirin. Tu carî îradeya jina azad lawaz nebû. Îro li Rojhilatê Firatê heman şêwaz, destdirêjî û hovîtiyê dubare dikin."
 
'Di şexsê jinan de dixwazin civakê têk bibin’
 
Hêvî  qala êrîşên dewleta tirk ên li ser îradeya jinê kir û wiha got: "Di şexsê Sekretêra giştî ya Partiya Pêşeroj a Sûriyê  Hevrîn Xelef de, Amara Rênas ên ku parastina axa xwe dikirin û herî dawî Çîçek Kobanê ya ku dîlgirtî li gel dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê  ev êrîş û kiryar pêk hat. Xwestin di şexsê jinan de îradeya gel û civakê bişkînin, lê baravojî vê gel hêza xwe ji vê yekê girtin û îradeya jina azad careke din derket holê. Dewleta tirk naxwaze lawazbûna xwe derxîne pêş ji ber vê yekê jinan hedef digire."
 
'Dixwazin jiyana demokrasiyê û wekheviyê tune bikin'
 
Hêvî da zanîn ku gelên Rojava bi aramî û demokrasî dijiyan û wiha anî ziman: " Li Rojava jiyanek aramî, demokrasî wekhevî  dihat jiyîn, ji ber ku ev jiyan ne li gorî siyaseta dewleta faşîst bû, êriş kir. Xwestin vê jiyanê tune bikin, ji ber vê yekê êrîş û kiryarên  ne exlaqî li dij mirovatiyê bi ser gelên aştîxwaz û azadîxwaz anîn. Bêdengiya dewletên navneteweyî tê wateya erêkirina van êrîş û komkujiyên di derheqê gelê sivîl de tê kirin û ya esas jî jina hedef digirin."
 
'Îro jina kurd e, sibehê  tevahî jinên cîhanê ne'
 
Hêvî di dawiya axftina xwe de bang li civaka navneteweyî û netewa Yekbûyî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ev şerê ku sivîlan hedef digire divê rawestînin û kesên ku kiryaran pêk tînin werin cezakirin û çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re were dîtin. Heger îro jinê kurd tên hedefgirtin wê sibehê tevahî jinê cîhanê jî werin hedefgirtin. Ji ber ku zihniyeta desthilatdarî her jinan hedef digire. Ji ber vê yekê xwesteka me civaka navneteweyî bi erkê xwe yê mirovî bi lez rabe. Bi hedefgirtina jinan tê xwestin ku civak bê tunekirin."