Jinên Şengalê: Rojava kela berxwedanê ye

  • 09:15 31 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava nirxandin. Jinan di heman demê de bal kişandin ser kuştina serçeteyê DAÎŞ'ê El Baxdadî û wiha gotin:"Şervanên QSD'ê bi kuştina Bexdadî tola jinên Êzidî û hemû jinên cîhanê hilda. Loma Rojava kela berxwedanê ye. Dilê me dê her bi Rojava re be." 
 
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên di 9'ê Cotmehê de dest pê kirin, didomin. Dema şer dewam dikir li ser sînorên di kontrola dewleta tirk de ye serçeteyê DAÎŞ'ê El Baxdadî bi hevkariya şervanên QSD'ê û Emerikayê hat kuştin. Têkildarî mijarê jinan Şengalê nêrînên xwe parve kirin. Jinên Şengalê gotin:"Gelê Kurd ji dîrokê heta niha her dem ji bo ax, azadî û rûmeta xwe li berxwe daye. Ew ê ev kevneşopiya têkoşînê her dem dewam bike."
 
'Zarok û jin bi çekên kîmyewî hatin şewitandin'
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Adlan Reşo diyar kir ku heta ku zilim hebe ew ê têkoşîna gelê kurd bidome û wiha got:"Ez di serî de sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdên berxwedanê re dixwazim. Ev demeke erîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dike û çekê kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve tê bikaranîn. Niha li Rojavayê Kurdistanê di bin erîşên dewleta tirk de gelek zehmetî tên dîtin. Zarok û jin bi çekên kîmyewî hatin şewitandin. Lê beramberî vê zilmê divê dengekî xurt ji aliyê hemû cîhanê ve bê derxistin. Gelê berxwedêr ê Rojava bi hezaran şehîd dane û berxwedê e. Ez serkeftinê ji gelê me yê berxwedêr dixwazim."
 
'Rojava kela berxwedanê ye'
 
Jina bi navê Koçer Hesen a ku tevî malbata xwe ketibû destên çeteyên DAÎŞ'ê û dawiyê hat rizgarkirin wiha got:"Di sala 2015'an dema 50 jinên Êzidî hatibûn rizgarkirin ez jî di nav de bûm. Berî 6 heyvan keçek min jî ji destên çeteyan hat rizgarkirin. Kuştina Bexdadî wek mizgîniyê min dît. Ez spasiya QDS'ê dikim ku ew çeteyê bû sedema kuştina bi hezaran jinên Êzidî, hat kuştin. Ew serçete ku kabûsa hemû jinên Êzidî bû  hatiye kuştin ez gelek kefxweş im. Xweziya min ew e ku hemû hevkarên DAÎŞ'ê têk herin. Şervanên QSD'ê bi kuştina Bexdadî tola jinên Êzidî û hemû jinên cîhanê hilda. Loma Rojava kela berxwedanê ye. Dilê me dê her bi Rojava re be. Gelê Kurd ji dîrokê heta niha her dem ji bo ax, azadî û rûmeta xwe li berxwe daye. Ew ê ev kevneşopiya têkoşînê her dem dewam bike."