Li Sûriyeyê şerê cîhadê winda kir: Îhtîmala ku Kurd bigihêjin mutabakata çareseriyê bilind e
- 09:17 31 Cotmeh 2019
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir ku li Sûriyeyê şerê cîhadê winda kiriye û îhtîmala ku hikûmeta Sûriyeyê di nokteya çareseriyê de bi Kurdan re li ser maseyê rûne bilind e. Hamîdeyê bal kişand ser kuştina Lîderê DAIŞ’ê Ebubekîr Elbagdadî û di demek nêz de wê têkiliya Tirkiyeyê ya bi terorê re bê pirsîn.
Piştî operasyona Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin şûnde, bi navbeynkariya DYA’yê re agirbesta bi sînor hat îlankirin û di 21’ê cotmehê de jî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li Soçî mutabakata 10 xalî hat îmzekirin. Ligel van geşedanan hat diyarkirin ku lîderê DAIŞ’ê Ebubekîr El Bagdadî hatiye kuştin. Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît, mutabakata Soçî, kuştina Ebubekîr El Bagdadî û rewşa Tirkiyeyê ya ji vir şûnde, pêşeroja Sûriyeyê de nirxandin kir.
‘Soçî, mutabakata Edeneyê bi bîr xist’
Hamîdeyê diyar kir ku piştî lihevkirineke ku dihat wateya ‘herêma bi ewl e’ ya bi DYA’yê re, şûnde mutabakata Soçî herêma biewle veguhertiye tiştekî din û got: “Agirbesta bi DYA’yê re hat kirin, der barê ku her kes li her cihekî cih bigire û bicih bibe bû. Lê di vir de daxwazên Tirkiyeyê nehatin cih. Daxwazeke Tirkiyeyê ya bi kurahiya 30 kîlometreyî hebû. DYA’yê tenê hişt bikevê û lê lihevkirinek ku daxwaz bên cih nebû. Di vê pêvajoya agirbestê de DYA’yê dem da, lê di vir de Rûsya ket dewrê û bi pêşniyarekê hat. Mutabakata Soçî, veguherî asteke di ser pêşniyarên DYA’yê de. Ev tişt di heman demê de tiştekî ku daxwaza yekitiya Kurdan jî dihewand bû. Mutabakata Soçî, mutabakatek ku nîşaneya berdewama Edeneyê bû.”
‘Mijara Tirkiyeyê ya li Efrîn û Cerablusê jî wê bidin ser maseyê’
Hamîdeyê destnîşan kir ku di encamê de hatiye dîtin ku rewa û rast e ku artêşa Sûriyeyê sînorên xwe biparêze û got: “Ev hatiye qebûlkirin. Ev rewabûna maf, bi rojhilatê Firatê sînor namîne. Ev daxwaz û mafekî li rojavayê Firatê jî derbasdar e. Ji vir şûnde cihê Tirkiyeyê ya li Cerablus û Efrînê jî wê bidin ser maseyê. Niha bendewariya herêma ewle gihiştiye astek din.”
‘Wê DYA’yê Tiriye bikişanda taritiyê’
Hamîdeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku her du lihevkirinan de tengezarbûna hikûmeta Tirk hatiye bikaranîn û wiha pê de çû: “Tengezarbûnê bi kar tînin lê di vir de ji xwe re serkeftinekê jî bidest dixin. Ev serkeftin di gotinê de ye. Em nikarin bêjin bi rastî biser ketine. Di esasê de her serkeftin û dagirkirinê wek serkeftin nîşan didin. Di esasê de serkeftin tune. Hesab kirin ku bikevin Sûriyeyê û li wir mayînde bin. Di çapemeniya Tirkiyeyê de jî ev dihat afirandin. Bendewariya esas ev bû. Tirkiyeyê nedît ku DYA wan di pêngava li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dike tarîtiyê.”
Hamîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “DYA’yê destûr nedida ku Tirkiye bi kurahî têkevê. Di vê mijarê de hinek tiştên ku derdixin holê ku mutabakat hene. Hişyariyên ku ‘sînorê xwe divê bizane’ hat kirin. Agahiya me qet çênebû ku kîjan sînor hatine diyarkirin. Lê sînorek hatiye xêzkirin. DYA’yê got ger sînor bên derbaskirin wê cezayê aboriyê pêk bê.”
‘Her pêngav wê dagirkirin bê hesibandin’
Hamîdeyê bal kişand ser tevlîbûna Rûsyayê ya pêvajoyê û got: “Bi tevlîbûna Rûsyayê pêvajo ket astek din.Tirkiye wê ji vir serkeftinek çawa derbixe. Hat qebûlkirin ku parastina sînor rewa ye. Hikûmeta Sûriyeyê jî artêşên xwe şand. Piştî 8 salan şûnde ala Sûriyeyê û Tirkiyeyê gel hev. AKP dikare gotina ‘me rêxistina terorê tasfiye kir ji wir dûr xist’ wek serkeftin bi kar bîne. Lê mixabin, çareseriya ku Rûsyayê li wir daniye holê, çareseriyeke di alî ku hikûmeta Sûriyeyê wê herêmê û sînoran biparêze ye. Ji ber vê jî ev çareseriyeke ku pêngavên Tirkiyeyê sînor dike ye. Her pêngava wan wê dagirkirin bê hesibandin û wê bi hikûmeta Sûriyeyê re bê hember hev. Ev pêngav, pêvajoyeke wê bi hikûmeta Sûriyeyê re li ser maseyê rûne, derdixe holê.”
Hamîdeyê bi lêv kir ku Tirkiye bi zanebûn û daxwaz kontrola girtiyên DAIŞ’ê yên kampan qebûl kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ji vir şûnde wê tehdîda DAIŞ’ê bi bandortir veguhere şantajê. Hikûmeta AKP’ê di bin tehdîda ‘ez ê deriyan vekim û wê penaber bên’ de wê tehdîda ‘Ez dibe ku DAIŞ’iyan berdim’ bike . Ji ber ku DAIŞ di bin kontrola wan de ye. Hucreyên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê kes nizane. Niha di rewşa heyî de di destê wan de bermahiyên DAIŞ’ê hene. Yek ji sedema qebûlkirina vê jî ev e. Çima wisa bi hezkirin deriyê xwe ji cîhadiyan re vedike. Ev gelek tiştên bi xeter derdixe holê.”
‘DAIŞ hîna jî tehdîdek mezin e’
Hamîdeyê bal kişand ser kuştina Lîderê DAIŞ’ê Bagdadî jî û ev tişt bi lêv kir: “Heta DYA delîlan pêşkêş neke, divê bi guman li gotinên wê bê mêzekirin. Ebubekîr El Bagdadî di carekê de cihê wî tê tespîtkirin û bi operasyonekê tê kuştin. Ji bo bi vê bê bawerkirin hewcedarî bi delîlan heye. Li gorî min biryar hatiye dayîn ku hukmê vî kesî nemaye û ji ber vê hatiye kuştin. Gelo wê DAIŞ’a bê El Bagdadî çi bibe. Gelo biryara qedandina DAIŞ’ê dan? Na; ev demek dirêj bû ev dihat gotin; bandora El Bagdadî li ser DAIŞ’ê nemaye. Vê rê li ber rûpelek nû vekiriye. DAIŞ hîna xetereyek mezin e. Cihê ku El Bagdadî lê hatiye girtin girîng e. Ji Iraqê çawa derbasî wir bûye, ev mijarek krîtîk e. Ji ber ku derbas bûye. Ev pirs Tirkiyeyê dikin zorê. Bêyî piştgirî ne pêkan e ku biçe wir. Ew gundekî ku Tirkiye wek barageh bi kar tîne ye. Ya ji ser Cerablus, Efrîn ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, an jî ji ser axa Tirkiyeyê derbas bûye. Di demek nêz de wê têkiliya Tirkiyeyê ya bi terorê re bê pirsîn.”
‘Li Sûriyeyê şerê cîhadê winda kir’
Hamîdeyê bi lêv kir ku di şerê li Sûriyeyê de dema mirov li hevsengiya leşkerî binêrin hatiye dawî û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya siyasî de di demeke ku mirov nêz dibin de tiştek her tiştî diguhere. Ji ber vê ez nikarim tiştekî zelal bêjim. Di rewşa heyî de şerê cîhadê yê li Sûriyeyê winda kir. Li Sûriyeyê ber bi dawîbûnê ve tê. Lê projeyên emperyalîst li ser Rojhilata Navîn mijara gotinê ye. Ji ber vê hevsengî dikarin biguherin.”







