‘Li Kurkçulerê li ser girtiyan tecrîdek giran tê meşandin’
- 09:29 31 Cotmeh 2019
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Sekretera Şaxa ÎHD’a Edeneyê Zelal Demîray bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li hember girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê û got: “Girtiyan li salona hevdîtinê, bi endamên rêxistina wek DAIŞ û El Kaîdeyê re tînin gel hev û hewl tê dayîn zemîna lihev sor bikin ava bikin. Li dijî mafê hevdîtina vekirî ya girtî û malbatan êrîşek mijara gotinê ye.”
Li Tirkiyeyê xitimîna siyasî ewil li girtîgehan li hember girtiyan tê hîskirin. Li girtîgeha Kurkçular a Edeneyê binpêkirinên mafan her tim di rojevê de ne û sekretera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Zelal Demîray, diyar kir ku binpêkirinên mafan bi zanebûn tên kirin.
‘Dozgerê girtîgehê bi mehan e gav neavêtine’
Zelalê destnîşan kir ku ev demek li girtîgeha Kurkçulerê girtî bi pêkanînên nîjadperest, îdeolojîk û faşîzan re tên rû hev û got: “Di mijara çareserkirina pirsgirêkan de dozger peywira xwe nayne cih. Daxwaznameyên ji dozgerê girtîgeh û midûrê girtîgehê re tê nivîsîn bersiva wan nayê girtin. Demek berê parêzerên me bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de dozger jî gotiye ew van pêkanînan rast nabîne, ew jî nerehet dibe, ji bo çareseriyê wê hewl bide. Lê tevî ku meh derbas bûne ev pirsgirêk hîna didomin.”
‘Girtî bê muxatab tên hiştin’
Zelalê di berdewamiyê de bi lêv kir ku girtî ji bo pirsgirêkên xwe bînin ziman muxataban nabînin û agahiyên girtiyan wiha ragihand: “Em muxatab nabînin. Em daxwaza hevdîtinê bi midûr e dikin dibêjin ‘midûr bi we re muxatab nabe. Nanê we ava we tê dayîn, hûn çi dixwazin?, hûn li dijî dewletê derdikevin’. Bi aşkere dibêjin ku em ne li gorî qanûnan li gorî talîmatan tev digerin. Ev talîmat jî ji aliyê midûrê yekemîn ve tên girtin. Bi van talîmatan pêkanînên îdeolojîk, nîjadperest û newekhev pêk tînin. Ji bo kesên FETO, DAIŞ û El Kaîdeyê derfet tên nasîn. Kurdan jî wek dijminê dewletê didin nasîn. Hevalên me yên nû tên girtîgehê di têketinê de rastî heqeret, îşkenceya derûnî û fîzîkî tê.”
‘Tecrîdek giran pêk tê’
Zelalê daxuyakirin ku girtiyên ku di heman odeyê de dimînin dema dibin faliyetên spor, sohbet, ziyaret û revînê ji hev cuda dibin, lê di hevdîtinên vekirî de girtiyan bi girtiyên DAIŞ û El Kaîdeyê re tînin gel hev. Ev jî zemîna aloziyê ava dike. Li gorî mevzuatê girtî divê bi hevalên xwe re li heman odeyê û korîdorê bên girtin. Lê wan li blokên cuda belav kirine. Dixin korîdorên ku endamên DAIŞ, El Kaîde û FETO’yê lê ne û bi vê jî li hember girtiyan tehdîd ava dibe. Li girtîgehê faliyetên civakî tên astengkirin û tecrîdek giran pêk tê.”
Zelalê wiha berdewam kir: “ Daxwaza girtiyan a guhertina odeyan nayê qebûlkirin. Lêgerînên ku divê mehê carekê bên kirin, carna hefteyê du sê caran tên kirin. Alavên wan tên belavkirin. Lêgerîneke ku tehrîkê dike, pêk tînin. Her tim hewl didin hawira îşkence, derûnî û aloziyê ava bikin. Girtî rastî gotinên newekheviyê tên. Memûrên parastina înfazê ku rastî tu cezayê nayê, di bin çavkaniya sereke ya gelek binpêkirina mafan. Ji ber bêcezabûnê gardiyan jî li gorî xwe tev digerin. Divê demildest çareseriyek pêk bê.”







