Jin û zarokan li Marsîlyayê êrîş şermezar kirin
- 09:40 31 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVNEDAN NÛÇEYAN - Jin û zarokên li bajarê Marsîlya ê Fransayê daketin kolanan bi çalakiyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li bajarê Marsîlya yê Fransa bi dirûşma ‘Ji bo Rojava bi zarokan re’ ji Qada Vîeûx Protê heta nûnertiya Parlementoya Ewropa ya Marsîlyayê bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Bi sedan jin û zarokên kom bûn, wêneyên zarokên di êrîşan de hatine qetilkirin hildan û bi pankartên ‘TC li Rojava fosfor bi kar tîne’ û ‘Bêdengiya we me dikuje’ vekirin.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên zarokan li kolanan olan dida.
Li pêşiya Nûnertiya PE’yê jî mîtîngek hate kirin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin







