Zarokên Serêkaniyê: Dema me dilîst balafirên şer li ser serê me difiriyan

  • 11:19 31 Cotmeh 2019
  • Rojane
Ro Hozan-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Zarokên Serêkaniyê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçî Qamişloyê kirine û bi malbatên xwe re ketine nava çalekiya konê nerazîbûna li dijî şer wiha gotin: "Di dunyayê de aramî ji bo zarokan nemaye. Erdogan xeyalên me dizîn û em ji warê me koçber kirin.”
 
Di nava konê çalakiya nerazîbûna li dijî êrîşên dewleta tirk ya ku li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişloyê hatiye vedan de zarok jî hene. Di nava 70 çalakgerên ji koçberên Serêkaniyê pêk tên de ji kal û pîran heta zarokên biçûk jî cihê xwe digirin. Ji xwe weke hemû şeran car din ên herî mexdûr zarok in ku di serî de ji dibistanê û lîstikan dûr dikevin. Zarokên Serêkaniyê jî mîna bi hezaran zarokên ku rastî hovîtiya dijwar hatine. Niha jî ji warê xwe koç bûne û çavê wan li bendewariya aramî û vegerê ne. Têkildarî mijarê zarokan helwestên xwe li hember dewlet tirk nîşan dan û hestên xwe bi me re parve kirin. 
 
'Em zarok Erdogan efû nakin'
 
Zaroka bi navê Çîçek Heyder a ji bajarê Serêkaniyê tevî temenê xwe yê 7 salî di nava konê çalakiyê de ye. Çîçekê ji dêvla ku îro li dibistana xwe, qala leyîstokan bike, niha qala êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê dike. Çîçek pêvajoya topbarana balafirên şer ser taxa wan de wiha bi lêv dike: "Dema ku şer dest pê kir nû ji dibistanê vedigariyam malê. Bi carekê re min dengê topan bihîst, ez pir tirsiyam. Berî salekê min dayika xwe winda kir, niha jî min dayika xwe ya duyemîn Serêkaniyê li peyî xwe hişt û derketim. Pênûs, lênûs û hemû pêdiviyên min ên dibistanê di malê de ma. Haya min ji hevalên min ên dibistanê nîne. Ez nizanim çi bi wan hatiye û ger dijîn jî li ku ne. Erdogan xeyalên me zarokan dizî û em ji warê me dûr xist. Em zarok Erdogan efû nakin." 
 
'Min û Mihemedê bedena wî şewitiye li kolanê dilîst'
 
Zarokê bi navê Azad Ebdê yê 12 salî ku hevalê zarokê bi navê Mihemed ê her kesê bi bedena wî ya ji ber çekên kimyewî şewitî di raya giştî de nas kir. Azad ê bi hêrs, ev sê roj in di nava konê çalakiyê de tevî dayik û xuşka xwe dimîne jî dibêje: "Di nava çalakiyê de min wêneyê hevalê xwe Mihemed yê ku bi çeka kîmyewî hatiye şewtandin dît. Ez, ew û hevalên me yên din me bi hev re dilîstin. Dema me dilîst dengê balefirên şer hatin. Di destpêkê de me dest ji lîstokê berneda, paşê me dît hemû tax da berxwe û her der di nava dûmanê de ma. Wê demê ez û Mihemed ji hev qut bûn, her yek ji me bi aliyekê ve çû. Me hewil da xwe bigihînin malbata xwe û wiha em ji taxa xwe derketin. Piştî du rojan min wêneyê hevalê xwe Mihemed di tv yê de dît, cane wî hemû şewitî bû. Min wêneyê hevalê xwe Mihemed hildaye, da ku ez ji dunyayê re bêjim aramî ji bo zarokan nemaye û bi destê we zarok tên qetilkirin. Ez xemgîn im. Min bendena Mihemed a şewitî dît, lê nizanim çi bi hevalên min ên dinê hatine. Her kes ji bo kuştina me zarokan bêdeng in. Ma mafê me tune ye em aram bijîn? Em jî zaro kin, dixwazin li dibistana xwe bi hevalên xwe re bilîzin û bixwînin. "