Li Gundê Til Werdê dayikekê jiyana xwe ji dest da

  • 14:18 31 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ- Artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî gundê Serêkaniyê kirin û dayikekê û hevjînê xwe jiyana xwe ji dest dan. 5 kes jî birîndar bûn.
 
Artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî gundê Til Werd ê girêdayê navçeya Zirgan a Serêkaniyê kir û di encamê de dayikeka bi navê Tufaha Elî Salîh ya 55 salî û hevjînê wê yê bi navê Mihemed Xelef yê 60 salî jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn. 
 
Kesên ku xwestina van sivîlan ji gund derxînin, artêşa tirk êrîş dike û kesê ku çûne alikarî ew jî birîndar bûne. 
 
Balafirên keşfê li gund digere û bi obîsan topbaran dike, lewma niştecihên gund nikarin ji gund derkevin.