Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol ku wê li parkê bihata kirin cara duyem red kir

  • 15:14 31 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Meclîsa Şaredariya Baglarê xwest navê Ceylan Onkol a ji aliyê qereqola eskerî ve hat kuştin li parkê bike. Lê Qeymeqamiya Baglarê cara duyem navê Onkol red kir. 
 
Koma HDP’ê ya Meclîsa Şaredariya Baglarê ya Amedê di civîna meha cotmehê de biryar da ku navê Ceylan Onkol a bi guleya hewanê li mezra Xambaz a navçeya Licê di 28'ê îlona 2009'an de jiyana xwe ji dest dabû li parkê bike. Biryara ji bo navê Ceylanê li parkê were dayîn di 16’ê cotmehê de ji Qeymeqamiya Baglarê re hat şandin. Hat zanîn ku cara duyem bû ji bo navê Ceylan Onkol vê biryarê dişînin Qeymeqamiyê.
 
Qeymeqamiyê di 21’ê cotmehê de bersiv da biryara Şaredariyê û vê biryarê erê nekir û cara duyem red kir. 
 
Meclîsa Şaredariya Baglarê di 4’ê cotmeha 2017’an de jî xwestibû navê Ceylan Onkol li parkê bike lê wê demê jî qeymeqamiyê red kiribû û destûr nedabû navê Ceylan Onkol.