'Bi vîna jina azad em ê bigihêjin serkeftinê'

  • 16:27 31 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca nirxandina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û bi taybet hedefgirtina jinê bi dirûşma "Na ji bo siyaseta qirkirin û talankirinê ya li ser gelê me" Meclîsa Jinên PYD'ê platformeke azad li dar xistin.
 
Meclîsa Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ji bo nirxandina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û bi taybet hedefgirtina jinan di nava vê pêvajoyê de, platformeke azad li dar xistin. Platforma azad li parka xwendevana ya taxa xerbî ya bajarê Qamişloyê  bi beşdarbûna bi dehan ji jinên Siyasetmedar, Rêxistinên jin, Partiyên Siyasî, Jinên Ser bi xwe hat lidarxistin. Di nav de jinan nêrînên xwe li ser rewşa heyî bi rengê pirs û bersivan anîn ziman. 
 
Axaftina vekirinê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Meclisa Jinên PYD'ê Sebah Cûma ve hat kirin, Sebah wiha got: "Bi rihê berxwedana rûmetê û hemû jinên ku di oxira vê têkoşînê de canê xwe feda kirin, me dest bi vê şoreşê kir û heta niha em di domandina vê têkoşînê de ne. Di kesayeta jina azad de û berxwedaniya wê, em ê bighêjin serkeftinê. Îro kombûna jinên siyasetmedar bi vîneke mezin û israreke xurte ku li pêşiya dagirkerî û desthilatdariyê disekinin, wê  jin axa xwe ji terorê rizgar bikin." 
 
Piştî axaftina vekirinê , jinên beşdarvan dest bi nîqaşan kirin.
 
Nîqaşên platformê wiha ne:
 
"Serkeftin wê para gelê xwedî maf be
 
Eger em vegerin dîrokê, em ê bibînin ku tirk dijminatiya kurdan dikin. Dewleta tirk tu statoya kurdan li ser axa dunyayê qebûl nakin. Dema ku îradeya Kurd li ser erdê çêbû, dewletên desthilatdar hemû derfetên xwe yên li ser erdê kirin xizmeta dijminatiya kurdan de, vê yekê hişt ku rêxistinên terora heyî hemû di axa Sûriyeyê de bi cih bibin. Baweriya me bi hêza me heye ku serkeftin wê para gelê xwedî maf be.
 
Pêwîstiya me bi yekîtiya nêrîn û sekna Kurd heye
 
Dewleta tirk berjewendiyên wê di axa Kurdistanê de pir in û ne nû ne. Erdogan dizanê ku di vê sedsalê de hebûneke  kurdan heye, bi her awayî dixwaze rê li pêşiya projaye demokrasî û kurdewariyê bigire. Di vê demê de pêwîstiya me bi yekîtiya nêrîn û sekna Kurd heye ,wê çaxê em dikarin bêjin tu kes nikare bi ser nirxên me de were.
 
Xeyalên tirkiyeyê li Sûriyeyê bi dawî nabin
 
Armancên dewleta tirk ji van êrîşên hovana li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ferehiya desthilatdariya osmaniye. Destpêkê gelek herêmên Sûriyê dagir kirin û her tim bi hênceta itfaqa milî hebûna xwe li ser ax û vîna gelan dide rûniştandin. Em dikarin bêjin ne tenê Sûrî , armancên tirkiyê di Rojhilata Navîn tevahî de hene û xeyalên wê li Sûriyê bi dawî nabin. Em dikarin bêjin ku qirkirina gelan daniye pêşiya armancên xwe, da ku careke din her kes bimînê koleyên vê dewletê."
 
Bi vîna jinan wê şoreşa me bi ser bikeve
 
Xwesteka Erdogan ji bo dagirkirina Kobanê pir bi israr e. Ger bê bîra her kesî dema ku terora DAIŞ'ê êrîşî kobanê kir , yê ku rê li pêşiya van êrîşan vekir û hişt ku teror derbas bibe dîsa dewleta tirkiyê bû. Ev dide diyarkirin ku dewleta tirkiyê bingeha avakirina terorê ye. Li aliyekî  din jî rê li pêşiya koçberiyê vekir, da ku bajar vala bibe û bikeve destê DAIŞ'ê. Her tim di daxuyaniyên Erdogan de dida diyarkirin ku wê Kobanê bikeve, lê berovajî texmîn û xeyalên wî Kobanê azad bû. Ji bo wê jî wekî tolhildana cara borî  dixwaza Kobanê dagir bike.  Têkoşîna me berdewam e û wê bi vîna jinan pirsgirêka Sûriyê çareser bibe û şoreş bi ser bikeve."