Li Cizîrê çalakiyên li dijî tayînkirin qeyûm di roja 3'emîn de berdewam kirin
- 16:44 31 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizrîê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin çalakiyê şermezarkrinê hatin destpêkirin. Çakiyên ku hatin destpêkirin ev 3'roj in bê navber berdewam dikin. Di çarçoveya çalakiyên ku berdewam dikin de HDP’yiyên ku li gel astengiya polîsan serdana esnafan kirin, bi dirûşeya “Cizîr Ya Me Ye, Şaredarî Ya Me Ye” hatin pêşwazîkirin.
Piştî ku Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig di 29’ê Cotmehê de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji peywirê hat girtin û qaymeqamê navçeyê Davut Sînanoglu wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin. Çalakiyên şermezarkirinê ku li dijî tayînkirina qeyûm li navçeyê hatin destpêkirin di roja sêyem de berdewam kirin. Di çarçoveya çalakiyên ku hatin destpêkirin de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Berdan Ozturk, Serokwekîlê Koma HDP’ê Hakkî Saruhan Oluç, Parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr, Pero Dundar, Tulay Hatîmogullari, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Acar Başaran, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Musa Farîsogullari, Berdan Ozturk hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu jî di nav de gelek kes li Çarxerêya navçeyê kom bûn û xwestiin serdana esnafan bikin. Polîn bi hinceta, “hejmar zêde ye” girse asteng kir. Li ser vê yekê girseyê bi dirûşma, “Cizîr Ya Me Ye, Şaredarî Ya Me Ye” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Polîsan, nîvê girseyê veqetang û piştre destûr da ku tenê heyeta parlementer di nav dene esnafan ziyaret bikin.
‘Mücadelemiz sürecek’
Di dema serdana esnafan de welatiyan xwestin tevli heyata HDP'ê bibin lê welatî ji aliyê polsan ve careke din hatin astengkirin. Welatiyên ku hatin astengkirin ji dûr ve bi çepik û dirûşman piştgirî dan heyeta DHP'ê. Di dema serdana esnafan de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş bang li gel kir. Hasan, wiha got: “Li dijî dagirkirin û bêhiqûqiyê em berxwedana xwe berdewam dikin. Jiyan berxwedan e. Serkeftin ya gelê Botanê ye. Li dijî qeyûman dê berxwedana me berdewam bike. Em ê tu carî serî netewînin. Em zext û zordariyan nas nekin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin.”
‘Ev berxwedanek gerdûnî ye’
Piştî serdana esnafan, girse li ber deriyê navçeya HDP’ê kom bû û li vir daxûyanî hat dayîn. Serokwekîlê Koma HDP’ê Hakkî Saruhan Oluç axivî, bal kişand ser zordestiya polîsan a dema serdana esnafan û wiha got: “Piştî qeyxwmê ku tayînî şaredariyê hat kriin, em nema dikarin serdana esnafan jî bikin û axaftin û silavdayîn jî hatine qedexekirin. Em li dijî van neheqiyan berxwedana demokrasi , maf û hiqûqê didin. Ev berxwedanek gerdûnî ye. Ev berxwedana mafên gel û demokrasiyê ye.”
‘Em ê vê qebûl nekin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Îktîdar dibêje ez nahêlim parlamenterên HDP’ê gel bi rê ve bibin û Ji hilbijêran re dibêje, 'Hûn rêvebiran diyar bikin jî ez ê li şûna wan qeyûm tayîn bikim.’ Heta niha qeyûm tayînî 13 navend û navçeyên me hatine kirin û şaredariyên me hatin xespkirin. Em vê qebûl nekin û em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Heta ku vîna gel li her derê bê qebûl kirin em ê berxwedana xwe ya edalet, azadî û demokrasiyê bidomînin.”
Piştî axaftinê, daxûyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.







