Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan

  • 19:00 31 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ- Yekîtiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrîşên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra de daxuyaniyek dan.
 
Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Hesekê kom bûn û derbarê êrîşên dewleta tirk  û çeteyên DAIŞ û El-Nusra de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Yekîtiya Gaziyan Hozan Zinar ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye :
 
"Em îro bi şerê ku bi destê celadê sedsala 21’an tê bi rêvebirin re rû bi rû ne. Weke ku tê zanîn bi giştî cihan bi çavê xwe dibîne, yê ku li ser axa xwe ye, yê ku axa xwe parastiye gelekî resen e û dîrokek kevnar li ser vê axê heye. Ev 8 sal in ev gel, bi êrîşên çeteyên faşîst ên ku tu exlaq ,wicdan û tu mafekî wan yê ku li ser vê axê bimîne nîne, rû bi rû ne. Di tu hiqûq û qanûnên cihanê de êrîş û dagirkeriyek bi vî awayî nayê pejrandin. Lê mixabin çavgirtinek jî ji vî sûcê mirovahiyê re tê kirin.
 
Em li ser axa xwe parastina axa xwe dikin
 
Ev 8 salin em li hemberî dagirkerî, faşîzim û çeteyên bê esil şer dikin. Em li ser ax, gund, bajar û malên xwe ne. Hemû cihan dizane ku me destdirêjî û êrîşên terorîst li ser axa kesekî nekirine. Her wiha me mal û milkên kesî talan nekirine. Me li hember van êrîşên ku bi destê faşîzma sedsala 21’ê, bermahiyên komên çete yên ku xwe spartine Erdogan li Serêkaniyê, Girê Spî û li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin  me axa xwe parastiye û berê jî me ax û gelê xwe parastiye. Me di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê de 11 hezar şehîd dane û bi deh hezaran jî birîndarên me hene. Em îro jî li hember hemû dagirkeriya Erdogan û komên girêdayî wî têkoşînê didin. Di vê berxwedaniyê de hê jî em şehîd û birîndar didin. Bi deh hezaran gelê me ji cih û war, ji malên xwe koçber bûn. Malên wan hatine dagirkirin û talankirin.
 
Çekên qedexikirî  li ser gelê me hatin bikaranîn
 
Em dikarin bibêjin ji sedî 30 axa Sûriyê bi têkoşîna me hatiye rizgarkirin. Wekî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em dikarin bêjin, bi hezaran şervanên YPJ/YPG'ê, QSD'ê, Asayiş, Hêzên Cewherî û kesên herêmî yên ku tevli vî şerî bûne parçeyek ji laşê xwe winda kirine.
 
Em bang li raya giştî dikin ku li hember çekên qedexekirî yên ku li ser gelê me bi teybet gelê Serêkaniyê hatine bikaranîn çavên xwe negirin. Em dixwazin bi bîr bixin ku li ruxmî ku bi salan çav ji kiryarên Seddam ê bi vî rengî rê hate girtin jî, lê di encamê de dîsa van kiryaran dawiya Sedam anîn. Em dixwazin bi pirsin, gelo ji bo Sedamê duyemîn Erdogan hûn çi dibêjin û hûn ê heta kengî li hemberî van sûncên wî çavê xwe bigirin û bê deng bin?
 
Em ê li hember hemû êrîşan parastina xwe bikin
 
Em careke din dixwazin bi bîr bixin ku me tucarî êrîşî kesekî nekirye. Em tenê parastina ax, gund û bajarên xwe dikin. divê bê zanîn ku em ê heta dawî jî li hemberî hemû êrîşan parastina xwe bikin. Dîsa divê bê zanîn ku li ruxmî ji bo rêvberiyên me pênaseyên “terorîst” tê kirin, li qad navnetewî daxwaza girtina rêveberên me tên kirin û li hember vê jî tu helwest nayên nişandan. Ev tê wateya erêkirina dagirkerî û binpêkirinên ku tên kirin. Ya rast ev îhlalkirina qanûnên navneteweyî ye.
 
'Civînevê bê tevlîbûna pêkhateyên Rojava, tu encamê nagire'
 
Wekî her kes dizane li ser qanûna bingehîn ya Sûriyê ya nû li Cînêvê civîn tê li darxistin. Lê divê raya giştî bizanibe ku, ger hêzek tev i Cinêvê nebe ew biryarên ku derheqê wê hêzê de werin girtin jî wê derbas nebin, wê tu encam negirin û divê bê zanîn bi van civînan tenê xapandinek tê kirin. Her wiha, ger ku hûn dibêjin, me li gel kurdan şerê çeteyên faşist kirye ger we ev qehremantî, berxwedan û serkeftin bi çavê xwe dîtibe, wê demê hûn çawa çavê xwe li hember xeteriya li ser vî gelî tê jiyîn re digirin. Hûn bi xwe jî dizanin ku Cinev û Soçî bê tevlîbûna pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wê bi xwe re rastiyan û çareseriyeke mayînde derbixe holê. Gelo netevlîkrina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo  civîna Cinêvê ,wê çiqasî ehlaqî û adîl be.?
 
Divê bê zanîn ku biryarên li Sotçî hatine girtin çi encam bi xwe re anîbin wê cinêvê jî bi heman encamê be .
Ji bo vê yekê jî weke gaziyên qedîm û wekî birîndarên ku di şerên dawî de ,yên li hember faşîzma DAIŞ'ê û Erdogan birîndar bûne, em careke din dibêjin;her çiqasî tang, top, balafir û teknîka wan xurt be jî em careke din bi îrade û bawerî li hemberî hemû teknîka wan li kêleka gelê xwe,QSD'ê û Rêvberiya Xweser cih digirin."