Jinên Aşûrî dixwazin şer raweste

  • 08:38 1 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên Aşûrî yên li Dêra Meryem El-Ezra a Til Temirê diyar kirin ku ew dixwazin şer bi dawî bibe. Jinan gotin: "Em her roj dua dikin ku ev şer raweste û Meryem El-Ezra avek li vî agirê bike û jiyan vegere mîna berê."
 
Gelê Aşûrî xwedî kevneşopiyeke dîrokî û çandî ne. Her çiqas bi şer, komkujî û qirkirinê re jî rû bi rû hatine, lê dest ji kevneşopiyên xwe bernedan e û her zindî hiştine. 
 
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî Heremên Bakurê Sûriyeyê dewam dike. Bi sed hezaran kes koçber bûn û bi sedan gundên Kurd,Ereb û Aşûriyan jî di xeteriyê de ne.
 
Tevî ewqas êrîş jî, lê Gelê Aşûrî dest ji kevneşopiyên xwe bernedane û her roj di saet 16:00'an de jin û mêr li ku derê dibin bila bibin û çi kar di destê wan de hebe jî ber bi Dêra Meryem El-Ezra ku li Navçeya Til Temirê ye dikevin rê, da ku kevneşopiya xwe bi cih bînin.
 
 Bi dehan jin zêdetir li Dêrê kom bûn û nimêj kirin, paşê çûn Selîb maç kirin û zingil hejandin.
 
'Baweriya me bi Meryem El-Ezra heye ku dê vî agirî vemirîne'
 
Derbarê vê mijarê de Janêt Kindo dayika 60 salî wiha dibêje: "Em her roj di saet 16:00'an de berê xwe didin Dêrê da ku nimêja xwe bikin, ne ji îro û duh de em ji dîrokê heya niha parastina çanda xwe ya kevnar dikin, ya ku çanda xwe winda bike wê ew jî winda bibe. Keça min îro pir nexweş bû û min dûa jêre kir ku tendrustiya wê baş bibe, çiqasî îman û baweriya mirov bi Meryem El-Ezra û xwedê hebe dê ewqasî pirsgirêkên wan çareser bibin. Em jê hêvî dikin ku ev agira avek lê bibe û ev şer bi dawî bibe."
 
'Duaya min ya îro ew bû ku şer bisekine û xwedê tola me ji Erdogan hilîne'
 
Fîktoriya Hormiz jî piştî nimêjê findek vêxist û wiha got: "Ez her roj têm Dêrê piştî nimêjê findek vêdixin û dua dikin. Min îro dua kir ku ev şer raweste û jiyan vegere mîna berê. Jiyana me berê xweş bû, aramî hebûn, lê niha tirsê xwe serwer kiriye. Xwedê ji Erdogan re nehêle û tola ewqase jin,zarok û jin û xortê şehîd bûn, hilîne."