ROJEVA 1'E MIJDARA 2019'AN
- 09:00 1 Mijdar 2019
- Rojev
*Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a Kantona Kobanê Leyla Necadî diyar kir ku dewleta tirk di êrîşan de ambulansên Heyva Sor dike hedef û wiha got: “Her çendî êrîş ser me hebin jî em ê kar û xebata xwe ji bo xelaskirina jiyana birîndaran berdewam bikin.”
DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Rêxistinên Jin a Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Emîna Mihemed got: ”1’ê Mijadarê ji bo hemû jinan, gelan û Kobanê xwediyê wateyeke pir girîng e.”DÎMEN HEYE
*Hevseroka Encumena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Foza Ebdî bi munasebeta salvegera roja cîhanî ya xwedîderketina li berxwedana Kobanê got: "Divê 1'ê Mijdarê veguhere roja cîhanî ya xwedîderketin û piştgiriya berxwedana Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Werin em bi hev re rihê berxwedana Kobanê mezintir bikin û dagirkeriyê têk bibin."DÎMEN HEYE
*Jinên Navçeya Til Temirê yên Kurd û Aşûr derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wan de dan zanîn ku tu êrîş ew ê têkoşîna wan nikaribe têk bibe û wiha gotin:"Bi rêya herêma ewle dewleta tirk gelek mirov qetil kir. Armanc dagirkirin û parçekirin e. Lê em ê destûrê nedin vê parçekirinê."DÎMEN HEYE
*Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku di êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tu fêdeya vê operasyonê ji bo Tirkiyeyê tune ye û got: “Li şûna mutabakata bi Rûsyayê re îmze kiriye, ger ku mutabakata Dolmabahçeyê ya 2015’an de hat xwendin bihata qebûlkirin îro wê ev tişt nehatibana jiyîn. Ji bo Tirkiye ji vê aloziya Rojhilata Navîn derkeve divê ewil hêzên xwe ji wir derxîne û gelên Sûriyeyê dikarin der barê jiyana xwe de biryara xwe bidin.” BI DÎMEN
*Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê bertek nîşanê operasyona Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Jina azad û pergala ku jina azad afirandiye, ji bo serdestan tehdîd e. Ji ber vê ewil êrîşê jinan dikin. Ev polîtîkaya zîhniyeta AKP û MHP’ê ye.” BI DÎMEN
*Şaredariya Artemît a Wanê ku dema berê qeyûm lê hatibû tayînkirin û di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî li şûna hevşaredarê HDP’ê bi hinceta KHK’ê namzetê AKP’ê anîn. Şêniyên navçeyê diyar kirin ku ev 4 sale tu xizmet ji bo wan nayê kirin û got du deme îradeya wan tune tê hesibandin. Şêniyên taxê gotin qeyûm jî tayîn bikin dengê wan her tim ji HDP’ê re ye. BI DÎMEN
*Jinan balkişandin ser enflasyon û rêjeya betaliyê ya bi sedema êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û wiha got: “Hemû barê operasyonêem ê bigirin ser pişta xwe. Kes êdî ne kêfxweş e. Ji pêşerojê hêviya me nema.” BI DÎMEN
*Zaroka bi navê Hêvî Xabûr bang li rêxistinê navneteweyî kir ku rê li ber qetilkirina zarokan bigirin û got: "Erdogan dibistanê me topebaran kir. Em jî dixwazin bixwînin. Em jî dixwazin li welatê xwe bi kêfxweşî bijîn."BI DÎMEN
* Li navçeya Elkê li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk hat û heta niha ji ber bûyerê kesek jê cerdevan 6 kes wekî gûmanbar hatine girtin. Hat zanîn ku êrîşa 3 sal in berdewam dike, navê 30 kesî di vê bûyerê de derbas dibe. Rûsipiyên bajêr jî ketin nav hewldanê ji bo ku bûyer bê ronîkirin







