‘Birîndarek li ku be em ê jî li wê bin’
- 09:03 1 Mijdar 2019
- Rojane
Xezne Celal
KOBANÊ - Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a Kantona Kobanê Leyla Necadî diyar kir ku dewleta tirk di êrîşan de ambulansên Heyva Sor dike hedef û wiha got: “Her çendî êrîş ser me hebin jî em ê kar û xebata xwe ji bo xelaskirina jiyana birîndaran berdewam bikin.”
Dewleta tirk û komên girêdayî wê ji 9’ê Cotmehê ve herêma Bakurê Sûriyeyê bi tank, top, obîs û balefirên şer bombebaran û topbaran dike. Li hemberî êrîşan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo gelê herêmê ji komkujiyan biparêze parastina xwe ya rewa didomîne. Di encama êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê de bi sedan sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk di êrîşan de her kesî dike hedef. Ambulansên Heyva Sor ku ji bo xelaskirin û dermankirina birîndaran ber bi cihê êrîşan ve diçûn jî têne hedefgirtin. Tevî êrîşan jî Heyva Sor kar û xebatên xwe berdewam dike, bi sedan kes xelas kirin û ji bo xizmeta gel dixebitin. Di derbarê kar û xebatên Heyva Sor a kantona Kobanê de Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Leyla Necadî li Kantona Kobanê ji ajans me re axivî.
‘Di êrîşan de ambulansên me dibin hedefên dewleta tirk’
Leylayê destnîşan kir ku karê Heyva Sor karekî mirovahî ye û wiha berdewam kir: “Di destpêka êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê de me heta astekê rola xwe lîst. Dema ku êrîşî Kobanê kirin bi taybet li taxa Kaniya Kurdan wê demê em li nexwaşxaneya Kobanê diman. Dema ku birîndar dihatin me hewil dida ku em erka xwe bi awayekî herî baş pêk bînin. Artêşa tirk û çeteyên wê di dema êrîşan de em jî hedef girtin, ji ber vê yekê hin kêmasî di karê me de derketin. Di hemû dewletan de qedexe ye ku kes êrîşî kadroyên tendirustî û Heyva Sor bike, lê artêşa tirk û çeteyên wê du ambulansên me kirin hedefa êrîşan û di nava bombebaranê de hiştin. Li Serêkaniyê nexwaşxaneya me hedef girtin birîndarên lê dihatin dermankirin sivîl bûn. Herî dawî deweta tirk çekên qedexekirî li Serêkaniyê bi kar anî û di encamê de piranî zarokan zirar dîtin. Ev heybera fosfora sipî ku hatiye bikaranîn wê di pêşerojê de bandorek mezin li ser jinên ducanî û zarokan bike.”
‘Armanca me ya sereke xelaskirina birîndaran e’
Leyla hewildanên wan ên rojên di destpêkê yên êrîşan de ji bo xwegihandina birîndarên Serêkaniyê jî wiha got: “Wek Heyva Sor a Kobanê me hewl da xwe bigihînin birîndarên Serêkaniyê, lê mixabin ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê me nedikarî. Herî dawî 70 ambulansên me derbasî Serêkaniyê bûn û bi sedan birîndar xelas kirin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Ji bo parastina birîndar û xelaskirina wan çi ji me bê em ê bikin. Bi şev û roj em ê li ser karê xwe bin. Birîndarek li ku be, em ê hewil bidin xwe bigihînê û derman bikin. Çeka me dermankirina birîndaran û mirovahiya me ye. Em wek rêxistineke mirovî armanca me ya sereke xelaskirina birîndaran e.”







