‘Werin em di 1’ê Mijdarê de serkeftina herî mezin bi dest bixin’

  • 09:05 1 Mijdar 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Rêxistinên Jin a Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Emîna Mihemed got: ”1’ê Mijadarê ji bo hemû jinan, gelan û Kobanê xwediyê wateyeke pir girîng e.”
 
Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kir. Êrîş 134 rojî berdewam kir. Bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ û gelê Kobanê li hemû deverên Kobanê berxwedanek destanî hat nîşandan. Ji ber vê  helwesta wan a ku bû mînak 1’ê Mijdara 2014’an weke Roja Kobanê ya Cîhanî hat îlankirin. Di wê rojê de gelên cîhanê bi tevahî ji bo berxwedana gelê Kobanê rabûn ser piyan. Têkildarî mijarê Endama Rêvebera Rêxistinên jin a Partiya Demokratîk a Kurdi ya Sûrî Emîna Mihemed diyar kir ku tu hêz nikare vîn û berxwedana gel bişkîne.
 
Emîna Mihemed 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanî bi bîr xist û wiha got: ” 1’ê Mijdarê ji bo hemû gelan û gelê kantona Kobanê bi taybet rojeke pir girîg û bi wate ye. Ji ber ku di wê rojê de gelê cîhanê bi tevahî piştgiriya gelê Kobanê kirin û rabûn ser piyan. Sedema piştgiriya gelê cîhanê ya ji bo Kobanê  li hemberî êrîş û komkujiyên ku dewleta tirk pêk dianî bû.”
 
‘Sembola berxwedanê Arîn e’
 
Emînayê berxwedana gel a bi pêşengiya şervanan wiha vegot: “YPG û YPJ’ê berxwedanek pir mezin dan meşandin. Li kêleka wan jî gelê kantona Kobanê, bi taybet jin bi hemû pêhateyên xwe ve dev ji ax û welatê xwe bernedan û bi şervanan re di çeperên şer de li ber xwe dan. Dema ku Kobanê hate wêrankirin jinan jî dev mal û axa xwe bernedan û gotin em ê li kêleka şervanên xwe bin û çi ji me were xwestin em ê pêk bînin. Gelek şervanan xwe feda kirin ji bo ku berxwedana gel bi ser bixin weke têkoşera azadiyê Arîn Mîrkan a ku bo sembola jinên berxwedêr.”
 
Emînayê derbarê êrîşên pêvajoya Kobanê û yên niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî wiha got: “Di şerê Kobanê de dewleta tirk a dagirker çeteyên xwe yê bi navê DAIŞ’ê perwerde kir û şerê me rû bi rû kirin lê bi ser neketin. Niha jî dewleta tirk a dagirker li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê êrîşên giran li ser gel û axa me dike. Em vê yekê şermezar dikin.”
 
‘Ji bo azadiya xwe rabin’
 
Emînayê di dawiya axaftina xwe de roja 1’ê mijdarê roja Kobanê ya cîhanî li tevahî gelan pîroz kir û  bang li hemû jinan û gelên cîhanê kir û got: “ Ji bo azadiya xwe divê her kes ji bo Rojava rabe. Azadiya  me hemûyan girêdayî hev e. Dema em îro di Rojava de ser kevin, em ê li tevahiya cîhanê bikarin mafê jinan û gelan biparêzin. Tu dagirker nikare li hember giyana gelan a hevpar bisekine.”