'Werin em bi giyanê 1’ê Mijdarê Berxwedana Rûmetê mezin bikin’

  • 09:07 1 Mijdar 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî-Dijle Demhat
 
KOBANÊ - Hevseroka Encumena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Foza Ebdî bi munasebeta salvegera roja cîhanî ya xwedîderketina li berxwedana Kobanê got: "Divê 1'ê Mijdarê veguhere roja cîhanî ya xwedîderketin û piştgiriya berxwedana Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Werin em bi hev re rihê berxwedana Kobanê mezintir bikin û dagirkeriyê têk bibin."
 
Çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an ji sê aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê kirin. Çeteyan bi hişmendiya kuştin, talan û wêrankirinê bi hemû cureyên çek û cebilxaneyên giran êrîş dikirin. Li hemberî hemû cure êrîşan Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ/YPG) berxwedana bê hempa dan meşandin. Encama berxwedana meh û nîvekê de berxwedana şervanan di cîhanê de deng veda. Bi awayekî hevbeş di 1'ê Mijdara 2014'an de li sê aliyên Kurdistanê û 30 dewletên cîhanî çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê dest pê kirin. Bi milyonan gel dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê bê navber berz dikirin û nîşaneyên serkeftinê mezin dikirin. Bi vî awayî 1'ê Mijdarê weke roja cîhanî ya piştgiriya Kobanê hat ragihandin ku her sal di vê dîrokê de li seranserî cîhanê çalakî tên lidarxisitn. Piştî şerên dijwar, berxwedana mezin, piştgirî û destekên cîhanî Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de rizgar bû.
Bi munasebeta salvegera 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê ajansa me ji Hevseroka Encumena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Foza Ebdî nêrîn girt. 
 
'Şoreşa Rojava bû hedefa êrîşên gelek hêzan'
 
Fozayê di destpêkê de giringiya şoreşa 19'ê Tîrmehê bi bîr xist û wiha domand: "Gelê Rojavayê Kurdistanê û bi  taybet jî yê Kobanê Hêz ji bingeha ji şoreşa 19'ê Tîrmehê girtibûn. Bi saya şoreşa Rojava hêz, îrade û hebûna gel teşeyek girtibû. Destkeftiyên ku hatibûn bidestxistin, bala gelek hêzan kişandibû, loma jî şoreşa me rastî êrîşên gelek dijwar hat. Çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşên hovane berê xwe dan bajarê Kobanê. Dema ku êrîş giran bûn beşek ji welatiyên Kobanê neçarî koçberiyê bûn. Beşê dinê jî di bajar de man. Şervanên YPJ/YPG û gelê Kobanê bi bawerî û hêviyên mezin ji bo parastina ax û şoreşa xwe berxwedaneke bê hempa nîşan dan. Bi derfetên kêm û çekên sivik li dijî çekên herî giran ên DAIŞ'ê şer kirin. Gelê Kobanê jî ber bi Bakurê Kurdistanê ve koç dikirin û dilê xwe li pey xwe dihiştin. Dewleta tirk jî di aliyekî de ji bo koçberan deriyên koçberiyê vedikir, di aliyê dinê de jî çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê dikir." 
 
'Berxwedana Kobanê di cîhanê de deng veda'
 
Foza di berdewamiya axaftina xwe de asta berxwedana Kobanê wiha anî ziman: "Asta berxwedana ku di kolanên Kobanê de hat nîşadan, bi taybet jî têkoşîna jinan,  di qada navneteweyî de weke gilokek ji agir teqiya û deng veda. Kobanê bajarekî biçûk bû ku zêde nedihat naskirin, lê di encama qehremaniya ku hat kirin de bû bajarekî cîhanî. Serokê dewleta tirk  û gelek kesên din wê çaxê gotin ku Kobanê tune bû, lê şervanên me xeyalên wî vala derxistin. Di wê demê de Kurdên li hersê perçeyên Kurdistanê Bakur, Başûr û Rojhilat û dostên li derveyî welat ji bo piştgiriya Kobanê rabûn ser piyan û seferberî ragihandin. Bi taybet jî kurdên li Bakurê Kurdistanê desteka herî mezin ji bo berxwedana Kobanê dan. Her kes li bendê bû ku Kobanê bikeve, da ku komployên li ser gelê Kurd berdewam bikin. Lê bi saya berxwedana ku di Kobanê de hat kirin û xwedîderketina cîhanî ku zexteke navneteweyî da çêkirin, gelek dewlet neçar man ku ew jî xwedî li Kobanê derkevin. Ji ber wê me dît ku koalisyona navnetewî alîkariya şervanên YPJ/YPG kir." 
 
'1'ê Mijdarê roja yekîtiya azadîxwaz û berxwedêran e'
 
Foza bi van hevokan 1'ê Mijdarê wiha pênase kir: "Ji bo ku xwedîderketineke hevbeş li berxwedana Kobanê çêbibe, HDP'ê bangawaziya tevahî cîhanê kir ku 1'ê Mijdarî bibe roja cîhanî ya xwedîderketina li Kobanê. Zêdetirî 30 dewletan di heman demjimêrê de, di 1'ê Mijdara 2014'an de meşên piştgiriyê li dar xistin. Ji wê demê û şûnde ev dîrok di bîra tevahî cîhanî de hat tomarkirin û her sal di 1'ê Mijdarê de li seranserî cîhanê çalakî tên lidarxistin. Berxwedana Kobanê di dîroka tevahî cîhanê de cih girt. Bi taybetî jî jinên ku li dijî hovîtî û hişmendiya DAIŞ'ê şer kirin û bi ser ketin mohra xwe li dîrokê xistin û gelek nêrîn guhertin. Loma jî em roja Kobanê ya cîhanî wiha pênase dikin ku 1'ê Mijdarê roja yekîtiya gelên azadîxwaz û berxwedêr in."
 
Fozayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî tunekirin û şikandina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê, gel êdî jiyana xwe ji nû ve rêxstin kir û ji bo xwe herêmeke bi ewle ava kirin. Di roja îro de em dibînin ku hemû dewlet-netewên (Emerîka, Rûsiya, Tirkiya û Îran) ji bo berjewendiyên xwe bi cih bînin berê xwe dane herêmên me. Berjewendiyên navneteweyî îro hebûna gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtine û dixwazin li ser hesabê xwîna gel desthildatdariya xwe mayînde bikin." 
 
'Bi giyana 1'ê Mijdarê em Berxwedana Rûmetê mezin bikin'
 
Foza banga mezinkirina têkoşîna hevbeş li hemû jinan û gelan kir û wiha domand: "Bi êrîşên dawiyê re carek din giyana Kobanê dubare bû û li her derê dengê jinan û gelan li hemberî zilmê bilind dibe. Her çendî netewe dewlet û pergala emperyalist çavên xwe ji kirinên çeteyên dewleta tirk re bigirin jî lê nikarin bi tevahî xwe bêdeng bikin. Ji ber wijdanê civakê ya ji bo Rojava li ser lingan e nahêle ew jî rehet razin. Piştî derbasbûna sed salî, nû kongreya Emerîkî şiyar bû ku hesabên komkujiya Ermeniyan ji dewleta tirk dixwaze. A niha jî dewleta tirk careke din li ber çavên tevahî cîhanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan pêk tîne. Welatiyên herêmê dikuje, koçber û perîşan dike. Li hemberî van kirinên dermirovî em tu helwestên ber bi çav ku bikarin êrîşan bidin sekinandin nabînin. Ji ber vê jî bi munasebeta salvegera roja cîhanî ya xwedîderketina li Kobanê em bang li tevahî cîhanê dikin ku  bi rihê 1'ê Mijdarê xwedî li Berxwedana Rûmetê derkevin û roja piştgiriya Kobanê ya cîhanî veguherînin roja xwedîderktina li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya cîhanî."