Jinên Kurd û Aşûrî: Armanc dagirkirin û parçekirin e

  • 09:11 1 Mijdar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Jinên Navçeya Til Temirê yên Kurd û Aşûr derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wan de dan zanîn ku tu êrîş ew ê têkoşîna wan nikaribe têk bibe û wiha gotin:"Bi rêya herêma ewle dewleta tirk gelek mirov qetil kir. Armanc dagirkirin û parçekirin e. Lê em ê destûrê nedin vê parçekirinê."
 
Tevî biryara agirbestê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava didomin. Di encama êrîşan de bi hezaran mirov ji warên xwe hatin koçkirin û gelek kes hatin qetilkirin û birîndar bûn. Têkildarî mijarê de Jinên Navçeya Til Temirê yên Kurd û Aşûr axivîn. Jinan gotin:"Bi salan e zext û zordestiyên dewleta tirk û çeteyên wê bi dawî nabe. Dixwazin niha hemû axa me dagir bikin û li ser vê yekê komkujiyan pêk bînin. Ew jiyana wekhev a gelên cuda hedef digirin."
 
'Ma cîhan ker, kor û lal e qêrîna jin û zarokan nabihîse' 
 
Jinan bi navê Sîlda Sîmon a Aşûrî ya ji  Til Temirê ye wiha dibêje: "Em bûn şahidê gelek bûyerên bi êş ku wîjdanê tu kesî tehemul nake. Zarok tên bombebarankirin û jin tên qetilkirin. Divê hemû cîhan li dijî vê qirkirinê rabe ser piyan. Gunehê dayikan çi ye parçeyên zarokên xwe kom bikin û wan oxirî axê bikin? Gunehê zarokên çi ye bê dê û bav bimînin? Ma cîhan ker, kor û lal e, ma qêrîna jin û zarokan nabihîse."
 
'Dixwaze herêmeke ewle ji çeteyên xwe re ava bike'
 
Sîldayê bal kişand ser hinceta Erdogan a avakirina herêma ewle û ev yek anî ziman: "Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aramtirîn deverên Sûriyeyê bûn. Erdogan xwest di vê herêmê de qaşo herêmeke ewle ava bike. Gelo wê ji kê re vê herêmê ava bike? Teqez e wê ji çeteyên xwe re ava bike. Em ne terorîst in, yê teroristan mezin dike Erdogan e."
 
'Dewleta tirk koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê mîna kaxezeke zextê bi kar tîne'
 
Sîldayê diyar kir ku koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiywyê mîna kaxezeke zextê bi kar tîne û wiha  domand: "Yê di be sedem bi hezaran kes koç bibin, Erdogan e û yê ku rê ji wan re vekir ku biçin Tirkiyeyê dîsa Erdogan e. Ew baş dizane ku çi dike, ji lewra niha koçberên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê bi cih dibin, ew wekî kaxezekê bi kar tîne û dibêje ez ê wan vegerînim ser xaka wan. Mixabin ew nerast dibêje. Kesên ku dê li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bike çeteyên wî û malbatên wan in."
 
'Êrîş ne tenê Kurd, Ereb û Aşûriyan jî hedef digire' 
 
Sîldayê bi lêv kir ku êrîşa li ser Bakurê Sûriyeyê ne tenê gelê Kurd gelê Ereb û Aşûriyan jî hedef digire û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Pêwîst e dengê Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriywyê were bihîstin û êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê were rawestandin. Ew ne tenê gelê Kurd, Ereb û Aşûriyan jî hedef digire."
 
'Di asta yekemîn de perwerdeya zarokan hedef girt'
 
Ji Rêveberiya Dibistanên Navçeya Til Temir Behiya Memo da xuyakirin ku bi hezaran zarok ji perwerdeya xwe qut bûn û wiha dom kir: "Di asta yekemîn de bi êrîşê perwerdeya zarokan hedef girtin. Xwestin tenê zarokên me bi şer û kuştinê re rû bi rû bimînin. Rast e di vî şerî de yên ku herî zêde derûniya wan xirab bû zarok bûn. Li hember van polîtîkayan jî berxwedana gelê me ji zarokên biçûk heta kal û pîrên mezin, didome. Em di wê baweriyê de ne ku serkeftin dê ya gelê ku zêdetirî  11 hezar şehîd fedayî vê xakê kirine ye."