‘Me xizmet nedît’
- 09:21 1 Mijdar 2019
- Rojane
Hîkmet Tunç
WAN - Şaredariya Artemît a Wanê ku dema berê qeyûm lê hatibû tayînkirin û di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî li şûna hevşaredarê HDP’ê bi hinceta KHK’ê namzetê AKP’ê anîn. Şêniyên navçeyê diyar kirin ku ev 4 sale tu xizmet ji bo wan nayê kirin û got du deme îradeya wan tune tê hesibandin. Şêniyên taxê gotin qeyûm jî tayîn bikin dengê wan her tim ji HDP’ê re ye.
Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde ji bo 3 jê şaredariyên bajarê mezin bi giştî ji bo 13 şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin.
Ev du deme li navçeya Artemît a Wanê hevşaredarên ku gel hildibêjartine nikarin peywira xwe bikin. Di 2014’an de li navçeyê DBP’ê ji sedî 50,9 deng girt û hat hilbijartin lê du sal şûnde qeyûm hatibû dayînkirin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê jî namzetê HDP’ê ji sedî 53,9 deng girt, lê bi hinceta KHK’yî ye mazbata wî nehat dayîn û namzetê AKP’ê anîn ser peywirê. Şêniyên taxê diyar kirin ku ev 4 sale xizmetê nabînin.
‘Hewcedariyên me yên herî sereke nayên dîtin’
Jina bi navê Saîme Komî diyar kir ku wê dengê xwe daye namzeta HDP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û wiha got: “Ji ber ku namzeta me jin bû gelek kêfxweş bûm û min dengê xwe dayê. Ji ber pergala hevserokatiyê di hilbijartinên berê de em jinên taxê diçûn cem hevserokên jin û me pisgirêkên xwe pê re parve dikir. Lê cara duyemîn mêrek tayînê şûna hevşaredara me kirin. Em vê qebûl nakin. Ev du deme em tu xizmetê jî nabînin.”
‘Hevşaredarên me daxwazên me dianîn cih’
Saîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hevşaredarên DBP’ê bersiva hemû daxwazên wan didan û got: “Piştî qeyûm hat me tu xizmet nedît. Me cara duyem dengê xwe da. Lê namzetê AKP’ê anîn ser pewyirê. Taxa me bû kavil. Em di nav av û axê de man. Ji ber axurên li taxê jî bîhnek nebaş belav dibe. Ji nû ve hilbijartin bibin ez dîsa dengê xwe didim HDP’ê. Bi dehan carî jî ew qeyûm tayîn bikin em ê dengê xwe bidin HDP’ê.”
‘Qeyûm zilm e’
Jina bi navê Azîze Ara jî bertek nîşanê tayînkirina qeyûman da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi dikin bila bikin em dest ji îradeya xwe bernadin. Parlamenterên me tên girtin. Em hevşaredarên xwe hildibijêrin, mazbata wan nayê dayîn. 40 mîlyon kurd hene. Zimanê me nasnameya me heye. Qeyûm zilm e.”
Jina bi navê Nurcan Kayar jî anî ziman ku zextên li ser HDP’ê bi qeyûman re hîn bêtir kûr bûne û wiha pê de çû: “Bi qeyûman re hewl tê dayîn zextên li ser HDP’ê zêde bibin. Lê gel hîn bêtir xwedî li partiya xwe derdikeve. Ev polîtîkayên derew û zextxwir wê tu car encamê nede.”







