Hêvî Xabûr: Em jî dixwazin li welatê xwe bi kêfxweşî bijîn

  • 09:24 1 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Zaroka bi navê Hêvî Xabûr bang li rêxistinê navneteweyî kir ku rê li ber qetilkirina zarokan bigirin û got: "Erdogan dibistanê me topebaran kir. Em jî dixwazin bixwînin. Em jî dixwazin li welatê xwe bi kêfxweşî bijîn."
 
Artêşa tirk û hevkarên wê di 9'ê Cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encamê de bi hezaran zarok koçber, birîndar û şehîd bûn. Zaroka bi Navê Hêvî Xabûr (12) ku bi eslê xwe Êzidî ye, li Serêkaniyê dijî, ji ber topebarana dewleta tirk  malbata Hêvî neçar ma û koçberî Gundê Berzan a girêdayî Bajarê Hesekê bûn. Hêvî derbarê şerê ku diqewime de hestên xwe wiha anî ziman:"Em jî dixwazin bi kêfxweşî di welatê xwe de bijîn dûrî xwîn, kuştin û qetilkirinê. Em naxwazin li kolanan razên em dixwazin vegerin malên xwe."
 
'Gunehê me çi ye?'
 
Hêvî hestê xwe wiha anî ziman: "Dewleta tirk zarok qetil kir. Dibistanê me topebaran kir. Çi gunehê me heye? Çima zarokan qetil dikin ma gunehê me çi ye? Li dibistanên me didin da ku em nexwînin. Lê em dixwazin vegerin bajarê xwe. Erdogan çi ji me dixwaze, jiyana me bi hevalên me re pir xweş bû, em diçûn dibistanên xwe, li kolanên Serêkaniyê me bi hev re dilîst. Em di nava ewlehiyekê de bûn, niha bi tank, top û balafiran êrîşî me dike û jiyan û pêşeroja me winda dike."
 
'Em naxwazin li kolanan razên em dixwazin vegerin malên xwe'
 
Hêvî wiha dawî li gotinên xwe anî: “Zarokên Ewropayê bi kêfxweşî jiyana xwe derbas dikin, lê em zarokên Rojava em tên qetilkirin. Zarok ji ber balafirên dewleta tirk jiyana xwe ji dest didin. Lingên xwe winda dikin. Ger zarokek li Ewropayê jiyana xwe ji dest bide ew ê cîhan rabe ser piyan, em zarokên Rojava li beramberî komkojiyan tên kes dengê xwe nake. Em jî dixwazin bi kêfxweşî di welatê xwe de bijîn dûrî xwîn, kuştin û qetilkirinê. Em naxwazin li kolanan razên em dixwazin vegerin malên xwe .”
 
Hêvî stranek li ser Rojava pêşkêşî hemû zarokên Rojava kir.