Li Wanê 14 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin
- 10:45 1 Mijdar 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê di encama serdegirtinên malan de hevşaredara naçeya Seravê Caziye Duman jî di nav de 14 jinên siyasetmedar hatin binçavkirin.
Li navçeyên navenda Wanê; Tuşba, Rêya Armûşê û li Artemêtê polîs serê sibehê di saetên zû de bi ser malan de girtin. Di dema serdegitinê de li malan bi saetan lêgerîn hat kirin û piştre jî hevşaredara Servavê Caziyê Duman jî di nav 14 jinên siyasetmedar hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin navê wan wiha ye; Hevşaredara Seravê Caziye Duman jî di nav de 14 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin.
Siyasetmedarên jin ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Muduriyeta Emniyetê ya Wanê.







