Derbarê êrîşa zayendî de agahiyên nûh derketin holê
- 12:13 1 Mijdar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê yek jê cerdevan 6 kesên ku li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk anî hatin girtin. Lê derbarê bûyerê de agahiyên nû hatin bidestxistin û hat diyarkirin ku ne tenê 6 kes navê 30 kesê têkildarî bûyerê derbas dibe. Rûsipiyên gund ji bo bi bûyer bi her awayî bê ronîkirin li hev civiyan.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê derbarê êrîşa zayendî ku li dijî zarokekê hatibû kirin de agahiyên nû hatin bidsxistin. Li gorî agahiyên ku hatin bidesxistin bûyera êrîşa zayendî ya li dijî zarokê hatiye kirin berî bi 3 salan li gundekî navçeyê hatiye destpêirin. Hat diyarkirin ku bersûcên êrîşa zayendî bi awayekî rêk û pêk kirine di heman demê de bi dîmenên ku kişandine zarok dehdît jî kirin. Herwiha li aliyekî din jî li gel ku 2 salan hem li gund û hem jî li bajêr ev îdayên ku tên kirin ji aliyê gel ve hatine ziman. Li gel ku ev îda hatine gotin derbarê bûyerê de tu lêkolîn nehatiye kirin û gaveke hiqûqî nehatiye avêtin.
Di encama lêpirsîna veşarî de ji bo 7 kesî biryara bincalirinê
Bûyer, hefteya derbasbûyî piştî ku du şahidan agahî dan rayedaran derket holê. Piştî agahdarkirin du şahidan, Serdozgeriya Komarê ya Elkê ve derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî lêpirsîna “veşarî” Wezareta Polîtîqayên Civakî û Malbatê zaroka bi êrîşa zayendî re rûbirû ma kirin bin "ewlehiyê" û birin bajarekî cuda. Li wê li gel pedegok îfedaya zarokê hat girtin. Piştî îfadeyê şûn de, derbarê personelê şaredariyê C.A., cerdevan M.K. û A.K., H.A., E.A., C.K. û F.T. de biryara binçavkirinê hat derxistin.
Di îfadeyên 5 kesî de navên cuda hatin dayîn
Li bajêr di 27’ê Cotmehê de di serdegirtina malan de personelê şaredariyê C.A. û H.A., E.A., C.K. û F.T. hatin binçavkirin. Ev kesên hatin binçavkirin rojek şûnde piştî derxistin serdozgeriyê bi sûcdariya “êrîşa zayendî ” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin. Ev 5 kesên ku derketin dadgehê bi heman daxwazê hatin girtin. Her wiha van 5 kesan di îfadeyên xwe de navê M.K. yê ku derbarê wî de biryara binçavkirinê heye diyar kirin. Li aliyekî din jî hat zanîn ku di îfadeyên van 5 kesan de navên gelek kesên din jî di heman bûyerê de derbas dibe.
Cerdevan hat girtin û navê bi dehan kesên din jî derbas dibe
Di çarçoveya lêpirsîna ku biryara nepeniyê li sere derbarê cerdevanên bi navê M.K. û A.K. ku li ser xeta sînor peywirdarin jî biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Cerdevanên bi navê M.K. û A.K. duh li ser peywirê hatin binçavkirin û sewkî edliyê hatin kirin. Ji cerdevanan A.K. piştî li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin hat berdan û cerdewan M.K. jî bi sûcdariya “êrîşa zayendî” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. M.K. bi heman sûcî hat girtin. Herwiha li aliyekî din jî hat diyarkirin ku di heman bûyera êrîşa zayendî ya 3 salan berdewam kiriye de navê ji 30 kesî zêdetir derbas dibe.
Bajar bêdeng e
Ji aliyekî din ve jî derbarê bûyerê de rûsipiyên bajêr beriya du rojan hatin lgel hev ji bo ku bûyer bê ronîkirin û hat zanîn ku ew ê rûsipî bi Qeymeqamê Navçeyê û kesên berpirsyar re hevdîtinê bikin.
Li bajêr jî li gel ku hayê gelek kesî ji bûyerê heye jî neaxafitna wan kesan balê dikişîne.







