Derbarê dosyaya hevşaredarên HDP'ê de biryara veşartinê hat dayin
- 13:01 8 Mijdar 2019
- Rojane
WAN - Derbarê dosyaya hevşaredarên HDP'ê Şehzade Kurt û Azim Yacan de biryara veşartinê hat dayin û dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.
Hevşaredarên HDP'ê yên Rêya Armûşê Şehzade Kurt û Azim Yacan, di encama serdegirtina malan a serê sibehê de hatin binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê Hevşaredarên HDP'ê birin Muduriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re. Derbarê dosyaya hevşaredarên HDP'ê Şehzade Kurt û Azim Yacan de biryara veşartinê hat dayin û dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.
Her wiha avahiya şaredariyê ya li Kolana Maraşê ji aliyê polîsan ve bi wesayetên zirxî hat dorpêçkirin.







