Li Beyrûtê tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin
- 13:46 29 Kanûn 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata Aştiyê ya Jinên Sûriyeyê bi hevkariya Rêxistina Insiyatîfa Féministen Euromed werşeya perwerdeyê bi navê "Jina Sûrî stûna pêşerojê ye" li paytexta Lubnanê Beyrûtê li dar ket.
Werşeya perwerdeyê ji bo nîqaşkirina destkefiyên jinan di civakê de û bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Jinên Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî, Weqfeya Jîn a Jinan û her wiha rêxsitinên jinan li Beyrûtê beşdarî werşeyê bûn.
Di werşeyê de seroka Weqfeya Newroz Henan Osman semînerek der barê tecrubeya jinên Kurd, beşdarbûna wan ji pêvajoyên biryarê re di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de da.
Newroz di semînera xwe de bal kişand ser pêngavên têkoşîna jinan ji destpêka avakirina rêxistina Kongreya Star ku armanca xwe avakirina civakeke ku jin û mêr tê de wek hev bin, parastina mafên jinan ên bingehîn. Newroz di dewama semînerê de behsa qanûnên parastina jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ew tecrubeyeke baş e û divê li tevahî Sûriyeyê esas were girtin.
Her wiha di werşeyê de biryara navdewletî ya 1325’an a sala 2000`an a taybet bi jinan, ewlehî û aştiyê ku armanca wê jin bigihîjin navendên avakirina biryaran, hat nîqaşkirin.
Di dawiyê de di navbera beşdaran de nîqaş der barê tecrubeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku bi pêşengiya jinan ava bûn û belavbûna tecrubeyê li tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn, hat kirin.







