'Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya xwe dike'

  • 17:02 29 Kanûn 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Meclîsa Jinê ya Sûrî li Helebê komcivînek li ser rewşa siyasî li dar xist. Jinên ku beşdarî komcivînê bûne axivîn û gotin: "Jin di aloziya Sûriyeyê de rola xwe leyist û ji tevahî cîhanê re bû mînak."
 
Meclîsa Jinê ya Sûrî li Helebê komcivînek li ser rewşa dawî ya siyasî, li hola civînê ya MSD'ê li dar xist. Di komcivînê de partiyên siyasî, rewşenbîr, komîteyên têkîliyên siyasî û endamên Meclîsa Jinê ya Sûrî amade bûn. Hol bi wêneyên Hevrîn Xelef û alên Meclîsa Jinê ya Sûrî hatibû xemilandin. Jinên ku beşdarî komcivînê bûne nêrîna xwe parve kirin.
 
'Jin nûnertiya xwe dike' 
 
Ji Rêveberiya Meclîsa Jin a Sûrî Heyfe Hesen armanca komcivînê nirxand û wiha got: "Komcivînek li ser rewşa siyasî tê lidarxistin. Niha vir hat îspatkirin ku jin di aliyê siyasetê de xwe pêş xist û nûnertiya xwe dike. Me xwest nêrîna jinan li ser rewşa dawî ya siyasî bigirin, li ser vê esasê me hemû jinên rewşenbîr û partiyên siyasî dawetê komcivînê kir da ku em jin bi hev re nirxandin bikin û bi her re rewşa Sûrî û mudexeleyên ku di Sûriyê de tê kirin em bidin ravekirin."
 
'Hêza jinê di aliyê siyasetê de heye' 
 
Endama Meclîsa Têkiliya Dîplomasî ya MSD'ê Fatma Hisên bal kişand ser rola jinê ya di warê siyasetê de û wiha pê de çû: "Ev civîn bi pêşengtiya jinê hat lidarxistin. Hemû jinên ku di nava partiyên siyasî de cih digirin divê komcivînê de amade ne. Jin herî zêde şerê ku li Sûriyeyê hatiye qewimandin zehmetî dît. Heta roja îro hin jin hene êş dikişînin. Hêza jinê têrê heye ku xwe di aliyê siyasetê de pêş bixe. Jin di aloziya Sûriyeyê de rola xwe lêyist û ji tevahî cîhanê re bû mînak.