Li Mêrsînê ji jinên girtî re kartên serê salê hatin şandin

  • 17:14 30 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - Li Mêrsînê jinên HDP'yî, ji jinên di girtîgehê de re kartên serê salê şandin. 
 
Endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniya xwe ji jinên girtî re nîşan bidin û sersala wan pîroz bikin kartên serê salê şandin. 
 
Jinên ku di nav wan de parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Ftma Kurtulan jî hebû, kartên ku ji jinên girtî re nivîsandin bi rêya postê ji girtiyên jin re şandin.