Li navendên jiyanê yên jinan bi riwekên xwezayî perwerdeya pratîk
- 11:06 25 Kanûn 2025
- Ekolojî
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Atolyeyên Çandiniya Riwekên Tibî û Aromatîk de yên ku li 5 navendên jiyanê yên jinan bi 8 koma tên birêvebirin, riwek dan naskirin û perwerdeya pratîk da.
Atolyeya Çandiniya Riwekên Tibî û Aromatîk a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Xebatên atolyeyê yên ku armanc dikin jin agahiyên pratîk ên ku dikarin di jiyana rojane de bi kar bînin bi dest bixin, li navendên jiyana jinan bi beşdariyeke zêde têne meşandin.
Li 5 navendan bi 8 koma perwerde tê dayîn
Bernameya atolyeyê, li 5 navendên jiyana jinan ên ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve bi tevahî bi 8 koma tê meşandin. Di çarçoveya bernameyê de jin hem bi agahiyên teorîk riwekên tibî û aromatîk nas dikin, hem jî di beşa pratîk de pêvajoyên lihevxistin û amadekirinê diceribînin.
Riwekên tibî û aromatîk hatin naskirin
Di beşa vê hefteyê ya atolyeyan de riwekên tibî û aromatîk ên wekî; pûjan, rihana çiyê, gihayê zêrîn, hîbîskûs, zencefîl, zerdeçal, sêva hişk û porteqal hatin naskirin. Di perwerdeyê de feydeyên riwekan û qadên bikaranîna wan hatin vegotin û bal hate kişandin ser girîngiya bikaranîna rast û bihiş di jiyana rojane de.
Pêvajoyên hişkkirin û lihevxistinê
Di çarçoveya perwerdeyê de her wiha ji bo ku riwek beriya xerckirinê bi awayekî rast werin amadekirin; li ser rêbazên hişkkirinê, mercên parastinê û pêvajoyên lihevxistinê (harmanlama) agahî hatin parvekirin. Beşdaran fersend dîtin ku bi mînakên pratîk fêr bibin ka ji bo parastina taybetmendiyên aromatîk û bikaranîna tendurust divê mirov bala xwe bide çi.
Di pratîkê de çaya zivistanê ya xwezayî hat amadekirin
Piştî veguhastina agahiyan, di beşa pratîk de jinan bi pêkhateyên xwezayî yên ji riwekên hatine naskirin çaya zivistanê amade kirin. Çaya zivistanê ya ku bi taybetî di mehên zivistanê de ji bo xurtkirina pergala parastinê tê naskirin, ji aliyê beşdaran ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Atolye wê bi naverokên cuda berdewam bikin
Bi van atolyeyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve tên meşandin, tê armanc kirin ku zanîna jinan a li ser hilberên xwezayî zêde bibe, piştgiriya adetên jiyana tendurust bê kirin û jin di jiyana rojane de destkeftiyên pratîk bi dest bixin. Atolye wê li gorî bernameya diyarkirî di hefteyên pêş de bi naverokên cuda berdewam bikin.







