ROJEVA 27'Ê SIBATA 2026'AN
- 09:00 27 Sibat 2026
- Rojev
*Fahriye Ceylan a ku 32 salan di girtîgehê de ma, piştî tahliyeya xwe cara yekem 8’ê Adarê li derve pêşwazî dike. Niha li qadên giştî dibe dengê têkoşîna jinan. Fahriye Ceylan li dijî tundiyê û ji bo azadiya jinan banga tevlîbûna 8'ê Adarê li jinan kir. DÎMEN HEYE
* Parêzer Jiyan Ozkaplan der barê qetilkirina jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê de axivî û got: “Li aliyekî dibêjin sala malbatê li aliyê din em dibînin ku gumanbar ji nava malê ne. Divê bi vê rastiyê re bên rû hev. Jinê çima întîxar kiriye? Di vir de kî sûcdar e. Dewlet û yên tundiyê dikin sûcdar in.” BI DÎMEN
*Endama Akademiya Jîneolojiyê Fîgen Aras der barê daxuyaniya Abdullah Ocalan a dawî û rapora komîsyonê de nirxandin kir û got: “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşan dide ku pêvajo çiqas girînge. Rapora komîsyonê divê beramberiya wê hebe. “ DÎMEN HEYE
*Bandora banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sala borî bi rayagiştî re hat parvekirin, roj bi roj mezin dibe.
*Tirk û Ermeniyên li Xeleftiyê dijîn der barê banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: “Paradîgmaya serokatiyê bikeve jiyanê wê jiyana bi hev re bi ser keve. Ji ber vê divê em gelan bi rêxistin bikin. Divê em di pêvajoyê de berpirsyariyê bigirin ser xwe.” DÎMEN HEYE
* Rojnameger Hêvîdar Heyamî da zanîn ku dorpêça Kobanê bandorek mezin li ser nexweş û kesên koçber dibin dike û got: “Gel dixwazin ku riyên bi ewle bên vekirin, dorpêç bê rakirin.” DÎMEN HEYE
*Siyasetmedar Yildiz Tentîk Parîn û Necla Kum der barê zextên li ser destkeftiyên jinan de axivîn û gotin li dijî êrîş, tundî û binpêkirina mafan hemû jinan di 8’ê Adarê de vedixwînin qadan. DÎMEN HEYE
*Jinên Rojhilat û Îranê porên xwe birîn, laçikên xwe şewitandin û dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li dîwaran nivîsîn û di 8’ê Adarê de daxwaza peyamaneke civakî ya nû a wekhev û azad mezin kirin. DOSYA







