Fîlmê 'Jinwar' hat temaşekirin

  • 22:52 2 Adar 2026
  • Rojane
WAN - Akademiya Jinolojiyê di çerçoveya bernameyên 8'ê Adarê de li ŞanoWanê filmê “Jinwar” nîşan da.
 
Akademiya Jineolojiyê, li navçeya Rêya Armûşê, li ŞanoWanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê fîlmê “Jinwar” nîşanda. Di bernameyê de flamaya “Jineolojiyê” hat daliqandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Endamên Akademîya Jineolojiyê, endam û rêveberên Komeleya Jinan a STAR'ê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û  gelek jin tev li bernameyê bûn.
 
Endama Jineolojiyê Neslihan Akdagê axaftineke kurt kir û got: “Em li vir li hemberî hemû jinên ku hatine kuştin bi rêzdarî serê xwe ditewînin û nîşandana vê fîlmê diyarî wan dikin.”