Li Kobanê têkildarî 8’ê Adarê semîner

  • 13:51 4 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Kobanê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de semînerek li dar xist.
 
Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star a Kobanê semînerek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi amadebûna bi dehan jinan li dar xist.
 
Semînerê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre peyama Rêber Abdullalh Ocalan a dawîn ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peymen Elûş ve hate xwendin.
 
Piştî xwendina peyamê, ji Rêveberiya Bajarê Kobanê Rûken Ehmed, 8'ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, jinên berxwedêr û tevahî jinên azadîxwaz pîroz kir û got: “Êrişên li ser herêmê hatin kirin, dijmin xwest vîn û îradeya jinan tune bikin, jinan di qirkirinê re derbas bike. Dijmin her tim dixwazin fikra neteweya demokratîk tune bikin, lê tu kes nikare vê fikra azad û demokratîk têk bibe. Em wek jin divê hêza xwe xurttir bikin. Tişta ku ji me jinan tê xwestin; em her rojê bikin 8`ê Adarê û têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin."
 
Rûkenê da da zanîn ku 8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedana jinan e, divê hemû jin ji bo azadiyê û mafên xwe tê bikoşin û hemû rojên xwe bikin 8'ê Adarê.
 
Semîner bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.