Çalakiyên 8’ê Adarê: Dê têkoşîna me bidome

  • 14:25 5 Adar 2026
  • Rojane

  

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran di çarçoveya 8’ê Adarê de çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ev peyam hate dayin: “Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye; nabe ku bi hinceta tu şer, mezheb, ewlehî û kevneşopiyan bê bisînorkirin.” 
 
Li gelek bajaran bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de wiha hate gotin: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe dê têkoşîna me ya li dijî tundî, şer û bêcezatiyê bidome.” 
 
Amed
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP), bi boneya 8’ê Adarê li Çiyayê Kirklarê çalakiya firandina firfirokan li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û dîmenên rengîn derketin holê. Li cihê çalakiyê jinan tililî avêtin û govend gerand. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a DÎSK Genel - Îş’ê Hazal Anahtar Kaya, diyar kir ku 8’ê Adarê ne tenê roja bîranînê lê di heman demê de roja berxwedana hevpar a jinan a li dijî kedxwarî, tundî, şer û serdestiya mêr e. Bi domdarî Hazal Anahtar Kayayê anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo jinên Kurd li dijî înkarê têkoşîn, li dijî şer aştî, li dijî serdestiya mêr jî roja parastina jiyana azad e. Hazal Anahtar Kayayê wiha domand: “Em îro firfirokên xwe ber bi asîman ve difirînin. Ji ber ku sembola derbaskirina sînoran, li dijî qedexeyan sembola hêviyê û mezinkirina azadiyê ye. Êrişên ji bo biçûkxistina tên kirin, di berxwedana jinan de vediguhere azadiyê. Ji Amedê heta Rojava û Rojhilat jin sînoran nas nakin. Asîman ê me ye, jiyan a me ye. Pêşeroj di destê jinan de ye.” 
 
Piştî daxuyaniyê, firfirokên ku keziyên jinan li ser hatibûn xêzkirin hatin firandin û çalakî bi dawî bû. 
 
Riha  
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li daxuyaniya li Baroya Rihayê bûn. 
 
Seroka Navenda Mafên Jinên Zeliha Ozen Muduroglûyê diyar kir ku ew hemû jinên li dijî tundiyê û newekheviyê li ber xwe dane bibîr tînin. Zeliha Ozen Mudroglûyê got: "Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye; bêyî hincetên wekî şer, mezhebp û ewlehiyê bi tu awayî nayê sînordarkirin. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, li ku derê cîhanê dibe bila bibe, em ê li dijî tundî, şer û bêcezatiyê bitêkoşin."