Ji Dayikên Aştiyê yên Semsûrê peyama 8’ê Adarê

  • 09:06 6 Adar 2026
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
SEMSÛR - Dayikên Aştiyê yên Semsûrê bi wesîleya 8’ê Adarê ji jinên girtî re silav şandin û daxwaza aştî û azadiyê jî kirin. Dayikên Aştiyê wiha gotin: Em ê têkoşîna 'Jin jiyan azadî" bidomînin. Em ji jinên girtî, jinên li serê çiyan û hemû jinan re serkeftinê dixwazin.”
 
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakî û bername didomin. Li aliyekî qetilkirina jinan tê şermezarkirin û protestokirin li aliyê din jî peyamên têkşoîna jinên rêxistinkirî tê dayîn. Yek ji bajarên ku xebatên 8’ê Adarê lê didomin Semsûr e. Dayikên Aştiyê yên Semsûrê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinana Cîhanê ji jinên girtî re silav şandin û daxwaza azadî û aştiyê dubare kirin.
 
‘Ji jinên girtî re silavan dişînim’
 
Zîne Tumen da zanîn ku divê aştî û azadî pêk bê û wiha got: “Ji jinên girtî re silavan dişînim. Hêvîdar im aştî pêk bê. Divê di 8’ê Adarê de hemû jin dest bidin hev. Em dixwazin aştî pêk bê. Em dixwazin her tişt baş be. Di bernameyên wisa de hatina gel hev a jinan me kêfxweş dike. Werin em dest ji hev bernedin. Em dixwazin piştevanî zêde bibe. Ez her kesî hembêz dikim.”
 
‘Derdê me aştiye’
 
Hanim Ozturk jî peyama 8’ê Adarê ji jinên girtî re şand û wiha bi lêv kir: “Ez ji her kesî re serkeftinê dixwazim. Hêvîdar im em bigihêjin serkeftinê. Ez ê her tim bêjim jin jiyan azadî. Ez ji jinên girtî, jinên serê çiya, jinên li dîasporayê re serkeftinê dixwazim. Em aştî û azadiyê dixwazin.
 
Bila tu mêr nebêjin ‘jin namûsa me ye’
 
Ayşe Yildiz bal kişand ser girîngiya xurtkirina piştevaniya jinan û wiha pê de çû: “Her tim zilm li jinan tê kirin. Divê em bi hev re di piştevaniyê de bin. Em di piştevaniyê de bin em ê xurt bin. Em jin. Namûsa me ji mêra nayê prisîn. Bila tu mêr nebêjin ‘jin namûsa me ye’.”
 
‘Em aştiyê dixwazin’
 
Elîf Guven daxwaza der barê aştî û azadiyê de anî ziman û wiha got: “Em wek jin aştiyê dixwazin. Me pir êş kişandin. Me zarokên xwe winda kirin. Kezeba me şewitî. Ji ber vê êdî bes e. Bila aştî pêk bê.”
 
‘Em ne şer aştiyê dixwazin’
 
Hatîce Bagirci der barê girîngiya 8’ê Adarê de axivî û wiha nirxandin kir: “Em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Me gelek êş kişandin. Me êdî naxwazin êşê bikşînin. Tiştên me dîtin bila zarokên me nebînin.”