Nasrîn Afzalî: Koalîsyona Kurdan li dijî dîktatoriyê nîşaneyek e
- 09:03 15 Adar 2026
- Rojane
Oznûr Deger
WAN- Aktîvîsta Îranê Nasrîn Afzalî êrîşên DYA-Israîlê yên li hember Îranê nirxand û got: “Gelê Kurd koalîsyonek ava kir. Ev jî tevî komên cuda, nîşaneyeke baş e ku li dijî Îranê ne. Ev dikare ji bo komên siyasî yên din bibe mînak.”
Êrîşên DYA-Israîlê yên di dijî Îranê ku 28’ê Sibatê de hat destpêkirin ket hefteya sêyemîn. Israîl û DYA, di serî de baragehên Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê (IRGC) û Besîc hemû baragehên leşkerî hedef digire û Îran jî welatên herêmê Korfezê hedef digire. Di êrîşan de heta niha gelek sivîl hatin qetilkirin.
Aktîvîsta mafên mirovan a Îranî Nasrîn Afzalî der barê şerê navbera DYA-Israîl û Îranê de axivî.
‘Di encama nelihevkirinê de şer dest pê kir’
Nasrîn Afzalî daxuyakirin ku DYA-Israîlê di encama nelihevkirina bi Îranê re êrîş kiriye û got: “Navbera Îran û DYA’yê bi salan di mijara lihevkirina nuklerê de muzakere kirin. Lê encamek nehat girtin. Muzakere bi ser neketin. Ji ber vê jî du hikûmetan li hember Îranê şer da destpêkirin. Îran bi salane bi Israîlê re bi pirsgirêk bû. Israîlê Îran tehdîd dikir. Israîlê her tim xwestibû dawî li piştgiriya Îranê ya ji bo komên êrîşên Israîlê dike, bîne.”
‘Serhildana Îranê berdewama ‘jin jiyan azadî ye’
Nasrîn Afzalî balkişand ser serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê polîsên ahlaqê yên Îranê ve hat qetilkirin, hatiye detspêkirin û got: “Di 2022’an de tevgera ‘jin jiyan azadî’ hebû. Ev tevger jinên Îranê jî têde ji aliyê hemû kesî ve erênî hat dîtin. Li cîhanê deng da. Her wiha serhildana nû ya li Îranê jî berdewama tevgera ‘jin jiyan azadî’ bû.”
‘Kurdên Îranê dikarin ji komên din re bibin mînak’
Nasrîn Afzalî balkişand ser herêma Kurdistanê ya li Îranê û wiha bi lêv kir: “Ev rewş bandorek çawa li Kurdistanê û komên Kurd dike?Partiyên gelê Kurd her tim rêxistinkirî bûn. Li gorî kom û partiyên din yên Îranê yên Kurd her tim çalak û rêxistinkirî bû. Niha koalîsyonek ava kirine. Ev jî tevî komên cuda, nîşaneyeke baş nîşan didin ku li dijî Îranê ne. Ev dikare ji bo komên siyasî yên din bibe mînak.”







