Der heqê rojnameger Zeynep Durgutê de lêpirsîn
- 12:44 6 Adar 2026
- Hiqûq
WAN - Der heqê rojnameger Zeynep Durgut de ku talankirina daran a li gundê Êzidiyan kiribû nûçe, li ser giliyê rêeberiya HUDA-PAR’ê ya Midyadê lêpirsîn hte destpêkirin.
Der heqê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut de ku qirkirina daran a li gundê Êzidiyan Kiwêxê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê de kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin. Di 23’yê Hezîrana 2025’an de hatibû xwestin ku di têketina gundê Kiwêxê de qereqol were çêkirin û hatibû îdiakirin ku ji bo înşaeta qereqolê darên li ser erdê welatiyan hatine birîn. Der heqê nûçegihana me Zeynep Durgutê de ku têkildarî mijarê nûçeya bi sernavê “Li gundê Êzidiyan qereqol tê çêkirin” çêkiribû, lêpirsîn hate destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn, li ser giliyê rêveberiya HUDA-PAR’ê ya Midyadê hatiye destpêkirin.
Zeynep Durgut, tevî parêzerê xwe çû Qereqola Polîsan a Rêya Armûşê ya Wanê û îfade da. Zeynep Durgutê got ku nûçeya behsa xeberê wê çêkiriye, wek rojnamegerek peywira xwe bicih aniye û got: “Weke rojnameger peywira min ew e ku raya giştî ji bûyeran agahdar bikim.” Zeynep Durgutê, tawanbariya lê tê kirin jî red kir.
Parêzerê Zeynep Durgutê Veysî Atay jî anî ziman ku armanca nûçeyê agahdarkirina raya giştî ye, divê nûçe di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de were nirxandin. Atay, got ku li gorî TCK’ê, ji bo hêmayên sûc çêbibin divê xetereyeke berbiçav û aşkera çêbibe lewma hêmayên sûc çênebûne.
Zeynep Durgut, piştî îfadeyê ji qereqolê derket.







