Li Şemrexê xwepêşandana fîlman
- 12:15 6 Adar 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Şemrexê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de pêşandana fîlman li dar xist.
Desteya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Şemrexê li Mêrdînê çalakiyek pêşandana fîlman li dar xist. Çalakî li Navenda Civakî ya li hember Kale Petrolê ya li Taxa Kayalarê hate lidarxistin. Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî bi pêşandana slaytê ya ku ji hêla Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Şemrexê ve ji bo balkişandina ser jiyan û têkoşîna jinên karker hatibû amadekirin dest pê kir.
Piştî pêşandana slaytê, çalakî bi pêşandana fîlmê "Kevirkirina Sorayê" bi dawî bû. Fîlmê hat pêşandan zext û şîdeta civakî ya ku jin pê re rû bi rû dimînin vedibêje.







