Li Helebceyê bibîranîn: Hukumetê piştigiriya pêwist neda
- 15:15 16 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bîranîna şehîdên Kîmyabarana Helebceyê de, Waliya Helebceyê rexne li hikûmeta demborî ya Herêmê kir ku nekarîne li gorî pêwîst xizmeta bajar û malbatên şehîd û birîndarên kîmyabaranê bikin.
Bi ser sûcê kîmyabarana Helebceyê ji aliyê rejîma Baas’ê ve, 38 sal derbaz dibin. Ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYA’yê de, ti merasîmên girseyî nehatin lidarxistin, tenê tace gul li ser gorên şehîdan hatin danîn.
Waliya parêzgeha Helebceyê Nuxşe Nasîh di daxuyaniyek çapemeniyê de axivî û got: “Helebce sembola Kurdistanê ye ku Kurdistanê bi hemû cîhanê daye naskirin. Lê xizmetên ku ji aliyê hikûmetê ve têne pêşkêş kirin ne li gorî daxwazên malbatên şehîdanin. Ez soz didim malbatên şehîdan û xelkê Helebceyê ku emê ji bo pêkanîna daxwazên wan têkoşînek bihêz bidin.”
Nuxşe Nasîh diyar kir ku peyamek ji çend xalan ji bo hikûmeta Herêmê, hikûmeta Iraq û Parlamentoya Herêma Kurdistanê amadekirine.
Di dewamê de Nuxşe Nasîh balkişand li ser rewşa qurbaniyên kîmyabaranê û wiha domand: “Bila yekem civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê û hikûmetê li parêzgeha Helebceyê were lidarxistin, da ku ji nêz ve pirsgirêkên xelkê bajêr û malbatên şehîdan agahdar bibin. Me di salên borî de jî gelek daxwaz pêşkêş kirin, lê hikûmetê wek pêwîst alîkarî nedaye bajêr. Tevî biryar hatiye dayîn ku birîndarên çekên kîmyayî bişînin derveyî welêt; lê em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re dibêjin ku qurbaniyên çekên kîmyayî ne tenê nayên emeliyatkirin, ji wergirtina dermanan û serdana bijîşk jî bêparin. Pêwîstiya wan bi çavdêriya bijîşkî ya berdewam û nêzîk heye.”
Her wiha Nuxşe Nasîh destnîşan kir ku doza zarokên windabûyî hîna wek xwe maye ku dozek pir girînge, ji ber vê yekê divê kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî li ser vê dozê bixebite.
Waliya Helebceyê Nuxşe Nasîh herî dawî got: “Gelek giliyên me li ser Wezareta Şehîdan û Tenduristiyê hene. Wan li gorî pêwîst alîkariya malbatên şehîdan û qurbaniyên çekên kîmyawî nekirine. Em daxwaz dikin ku bêtir bala xwe bidin bajêr, malbatên şehîdan û xelkê wê.”







