Li Dêrişê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin

  • 14:39 17 Adar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li gundê Dêrîşê yê Stewrê bi coşek mezin pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Di Newrozê de bal kişandin ser pêvajoya aştiyê hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî.
 
Li gundê Dêrîşê yê navçeya Stewra Mêrdînê bi dirûşmeya “Newroza aştî û yekîtiya demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Qad bi alên “Newroz Pîroz Be” hat xemilandin. Jin  û ciwanan bi cil û bergên xwe yên herêmî, bi flamayên kesk, sor û zer tevlî Newrozê bûn. Bi sedan kes di qada Newrozê de bi coşek mezin govend gerand. Beriya axaftinan rêz hat girtin û “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Piştre axaftinan dest pê kirin.
 
‘Newroz dê bibe Newroza azadî û yekîtiyê’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stewrê Nefiye Demîr Newroza hemû kesan pîroz kir û hêvî kir ku Newroza 2026’an bibe Newroza aştî û demokrasiyê.
 
Hevserokê DEM Partiyê ya Stewrê Muzaffer Dogan jî di destpêkê de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “Newroza îsal dê bibe Newroza azadî û yekîtiya Gelê Kurd. Divê Rêber Apo demildest azad bibe. Li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur Gelê Kurd bûne yek. Ev di encama felsefeya Rêber Apo û bedelê şehidên me de pêk hat. Em xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Em yekîtiya xwe di her aliyê de xurt bikin.
 
 
‘Ger ji dil in bila gavê bavêjin’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Nîhat Gokalp jî Newroza hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha domand, “Di vê roja taybet û dîrokî de û vejîna gelê kurd de we me bi tenê nehişt û hûn tevlî vê têkoşîna 52 salan bûn. Em minetê Rêber Apo ne ku me anî vê rojê. Gelê me yê hêja wekî ku hûn zanin qadên Newerozê wisa bi hêsanî tijî nebûn. Di encama bedel û têkoşînek mezin da tijî bûn. Têkoşîna 52 salan de ev yek pêk hat. Di sala 1992’an de li Girê Şêra 13 hevalên me jiyana xwe ji dest dan û bûn sembola Newrozê.” Nîhat Gokalp Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan pîroz kir û wiha bal kişand ser pêvajoya aştiyê, “Pêvajoyek bi pêşengiya Rêber Apo de destpê kir û salek ji ser derbas bû. Lê desthilatdariyê hîn jî gavek neavêtiye. Ger ku ji vê pêvajoyê re samîmî ne bila gav bavêjin. Divê destpêkê deriyê Îmraliyê vebikin. Bila hemû hevalên me bên cem me. Çavên me li zarokên me yên li çiyayan e. Ji bo vê jî divê makezagon bên sererastkirin. Em ji bo aştî û azadiyê amade ne. Ger ku hûn jî amade ne werin em dest bidin hev û bi hevre gav bavêjin.”
 
 
‘Têkoşîna 52 salan didome’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Oncu jî Newroza hemû Gelê Kurd pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Bi baweriyek nasnameyek  azad û civakek azad em hezar silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em ji vir dibêjin Newroza Rêber Apo pîroz be. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin di ser de salek derbas bû. Lê hîn jî gavên şênber nehatine avêtin. Hatîce Oncu bal kişand ser paradigmaya Abdullah Ocalan û wiha domand, “Li Mêrdînê ku gelek nasname bi hevre dijîn wek modela Birêz Ocalan e. Mînaka modela Birêz Ocalan li vir e, li vê qadê û li Stewrê ye. Em soz didin ku bi pêşengiya jinê civaka demokratîk ava bikin. Agirê ku Rahşan, Bêrîvan û Sema Yuceyan ku vêxistiye li hemû cihanê belav bûye û bûye dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’. Em baş bibîr tînin ku şoraşa rojava şoraşa jinê bi xwe ye. Şoreşa wekheviyê ye. Newroza îsal ji ber vê yekê ji bo me gelek girîng e. Newroza Qamişlo, Mahabad, Silêmanî, Amed û Wanê pîroz be. Di encama têkoşîna 52 salan û ya jinê de dê civakek demokratîk bê avakirin. Dê paradigmaya demokratîk ji hemû jinên cihanê re bibe ronahî. Em wek TJA'yê Newroza Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokhan û hemû jinên girtî pîroz dikin.”
 
‘Bila Birêz Ocalan li vê qadê bê’
 
 
Hatîce Oncu destnîşan kir ku wateya vê Newrozê bi xwe wateya azadî û yekîtiya demokratîk e û wiha axivî, “Ji bo em bên vê merheleyê 52 sal in jin û hemû gelên me berxwedanek hevpar dane. Em vê mizginiya vê têkoşînê li vê qadê baş dibînin. Têkoşîna 13 hevalên li Girê Şêra ku dane bi bîr tînin û soz didin ku heta Birêz Ocalan azad nekin û welatê xwe azad nekin dev ji têkeoşîna xwe bernadin. Rêberek azad, azadiya jinê bi xwe ye. Heta Birêz Abdullahg Ocalan azad nebe gelê me jî nikare azad be. Paradgîmaya ku Birêz Ocalan me pêş xistiye îro bûye mafê jinê û hêviya jiyanek azad. Emd wek jinên Rojhilata Navîn paradigmaya Abdullah Ocalan tim biparêzin. Bi vî rihî em hezar silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em dibêjin bila Birêz Ocalan Newroza 2027’an de li vê qadê be.”
 
Piştî axaftinan dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” hat berzkirin. Piştre agirê Newrozê hat pêxistin.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.