Jinan encamnameya konferansa xwe eşker kir
- 15:14 17 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa jinan a “Werin em bi hev re ji bo mîsogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de têbikoşin” bi encamnameyê bi dawî bû.
Bi pêşengiya Kongra Star, rêxistin, sazî û meclîsên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê ji bo mîsogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de konferansek hat lidarxistin. Konferans bi dirûşma “Werin em bi hev re ji bo mîsogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de têbikoşin” li Parka Azadiyê ya bajarê Qamişlo desypê kir. 400 jin ji hemû sazî û rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.
Konferans piştî nirxandinên rewşa siyasî, rewşa leşkerî, mijarên zagonî û misogeriya mafên jinan di zagonan de û herî dawî jî mijarên girêdayî entegrasyona demokratîk û nîqaşên lî derdora van mijaran çêbû bi encamnameyê bi dawî bû.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama komîteya diplomasî ya Kongra Star Zeynel Hisên û bi zimanê Erebî ji hêla Endama koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid ve hatin xwendin.
Encamnameya konferansa jinan wiha ye:
“Em îro di 17’ê Adara 2026’an de, bi pêşengiya Kongra Star û bi amadebûna hêzên siyasî û rêxistinên jinan û civakî li Qamişloyê civiyane da ku di bin dirûşma “Bi hev re em mafên jinan di destûra Sûriyeyê de misoger bikin” nêrîneke stratejîk ava bikin. Ev konferans di pêvajoya çareseriya siyasî de, xaleke girîng e ku xwe dispêre baweriya ku azadiya jinan misogeriya tekane ya Sûriyaya cihêreng û demokratîk e. Her wiha azadiya jinan û civaka demokratîk, kevirê bingehîn ê peymaneke civakî ya nûjen e ku bermahiyên hîmên desthilatdariyê û navendîbûnê hildiweşîne. Li gorî nirxandin û pêşniyarên stratejîk, di konferansê de ev encam derket:
Destkeftiyên “Şoreşa Jinê-an” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê weke mafên sereke di destûrê de divê bên pejirandin û bicihkirin. Her wiha bicihkirina nirxên wekheviyê, destkeftiyên dîrokî li dijî her paşveçûneke siyasî yan jî ya zagonsazî ya pêşerojê diparêze.
Wekheviya tam ji % 50ji bo karkirina hemû rêveberiyên di saziyên dewletê yên serwer, parlamento û daweriyê de weke hîmekî bingehîn û standarteke zagonî ya tekane bê pejirandin. Bi awayekî ku serdemên serdestkirina biryariya siyasî bi dawî bîne û dadweriya bi kalîte di rêveberiyên dewletê de misoger bike.
Sazkirina destûrî ya sîstema "Nenavendîbûna demokratîk" weke çarçoveyeke siyasî û zagonî ji bo entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser di nava pergala dewleta Sûriyeyê de be. Misogerkirina veguherîna wan ji bo yekîneyên Rêveberiya Xweser ku hemû desthilatdariyên qanûnî û rêveberî di dest de bin. Her wiha bêhempabûna ezmûna demokratîk a jinan wekî modeleke neteweyî ya siruşbexş be parastin.
Xalên girîng ku di konferansê de derketin pêş wiha hatin rêzkirin
'*Divê ku Hêzên Yekîneyên Parastina Jin “YPJ” weke kevirê bingehîn di nava rêxistina berevaniya niştimanî ya Sûriyeyê de bê pejirandin. Her wiha di heman demê de serxwebûna wê ya rêxistinî û rêveberiyê weke hêzeke ku civakê diparêze û ewlehiyê li dijî terorîzm û hemû şêweyên hişmendiya dûrxistinê misoger dike, bi tevahî diparêze.
*Divê ku zagonên demokratîk ku bi fermiyeta xwe ve bi hemû rêxistin, tevgerên jinan û partiyên siyasî yên li herêmên Rêveberiya Xweser nûnertiya vîna gel dikin bên sazkirin. Her wiha hemû cureyên armancgirtin û sînordarkirina ewlehiyê di bin sîwana dewleta Sûriyeyê de bên qedexekirin.
*Divê ku sûcên giran ku axaftinên nefretê, nehezkirinên li dijî jinan weke sûc û tawan bên dîtin, bên sazkirin. Her wiha mekanîzmeyên zagonî ji bo cezakirina her kesê ku teşhîr an jî kampanyayên sîstematîk der barê rêber û pêşengên jin de bi armanca dûrxistina wan ji qada giştî yan jî rola wan a siyasî û civakî reş dikin, bên danîn.
*Divê ku desteyeke parastina mafên jinan bê avakirin ku bi destûrî bê pişgirîkirin û ji mafê wê be ku her zagon an jî yasaya ku li dij rêgezên wekheviyê ye, nepejirîne. Di heman demê de serdestiya qanûnî ya çavdêriya hemû zagonên neteweyî bi peymanên navneteweyî re hev rû bike jê re bê dayîn.
*Divê ku danpêdana fermî û giştî bi minhacên perwerdehî, rêxistin û saziyên tenduristî û yên rajeyê dikin yên rêveberiya xweser bê dayîn û pejirandin. Herwiha pirzimanî û pirçandî (kurdî, siryanî, erebî, ermenî) weke mafekî niştmanperweriyê yên pîroz bê dîtin ku di çarçoveya nenavendî de û bêyî destwerdana desthilatdariya navendide xwe bi rê ve dibin.
*Divê zagoneke sîvîl û yekgirtî yên rewşên kesayetî ku ji “Zagona jinê” ya ku di Rêveberiya Xweser de pêkhatî ye, bê esasgirtin ku hemû zagonên cudakar ji holê radike û parastina jinan ji hemû cureyên tundiyê misoger dike, serweriya bêsînor der barê karûbarên xwe yên sivîl û jiyanî de digre dest.
*Divê ku azadiya çûnhatinê, niştecihî û karê di qadên jin, sivîl û siyasî yên hemû jin û çalakvanan li tevahiya parêzgehên Sûriyeyê de bêyî dersînorkirina rêveberî û ewlehî, bên misogerkirin. Her wiha hemû cureyên çavdêriyê yên ku bi çalakiyên giştî ve girêdayî ne bên qedexekirin.
*Divê ku hemû girtî, kesên ku bi zorî hatine revandin, kesên ku ji ber çalakiyên wan ên siyasî û sîvîl hatine revandin, bê şert û merc serbest bên berdan. Herwiha xebateke sîstematîk ji bo çarenûsa kesên wenda bê meşandin û ev dosya weke dozeke mirovî û li ser danûstandinê re be û pabendbûneke sincî û niştimanî be.
*Divê ku dadweriya veguhêz li hember zayenda civakî hestiyar be, bê avakirin ku cezakirina kesên binpêkirinan kirine bixe destpêka armancên xwe. Her wiha kuştî û kesên ku ji şer rizgar bûne û rastî ziyanên derûnî û madî hatine, bedêl ji bo wan bê dayîn.
*Divê ku pabendiya niştimanî û navdewletî bi vegera xwebexş û bi ewle ya penaberan ji cih û warê xwe, bê kirin. Her wiha demildest kar li ser jiholêrakirina hemû şopên guhertina demografîk bê kirin.
*Divê ku toreke jinan a hemû îdeolojî û mezheban derbas dike bê avakirin da ku nûnertiya vîna jinên Sûriyeyî di hemû dezgehên biryardayînê yên navdewletî de ku bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye, bisepîne. Her wiha tu hevpeymaneke civakî yan jî tu destûr bêyî jinan neyê nivîsîn û ev yek divê misoger be.
*Divê ku destûrek ji bo parastina yasayî û ewlehî ji bo parêzvanên mafên mirovan ên jin û çalakvanên siyasî ava bibe û her destwerdana dezgehên ewlehiyê di xebata sivîl an siyasî ya serbixwe de sûc bibôme.
*Divê ku beşdarbûna çalak û hevbeş a jinan di hemû komîteyên nivîsîna destûrê de bê tekezkirin da ku xalên d-estûrî ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî digire ser milê xwe misoger be.
*Divê ku serxwebûna çavkaniyên aborî yên ku ji bo projeyên jinan di nav budceya giştî ya dewletê de têne veqetandin bên sepandin da ku bihêzkirina aborî ya jinan wekî beşek yekgirtî ya serxwebûna wan a siyasî û civakî misoger bike.'
Li ser bingeha van xalan û bi naskirina giraniya berpirsiyariya dîrokî ya li ser milê me; em, rêxistinên jinan, yekîtî û partiyên siyasî, pabendbûna xwe ya bi hêz û prensîbî ji bo pejirandina van derencaman weke ku weke nexşerêyeke yekpar ji bo têkoşîna xwe radigihînin.
Em biryardariya xwe ya ji bo seferberkirina hemû rêbazên siyasî, dîplomatîk û yasayî û aktîvkirina hemû amûrên zextê yên stratejîk li ser asta neteweyî û navdewletî piştrast dikin da ku ev nêrîn di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih bigre. Her wiha em niyaza xwe ya avakirina hevpeymanên berfireh ên neteweyî û navdewletî radigihînin ku dê bandora gotûbêjên me zêde bikin û peyama me bigihînin hemû saziyên biryardanê yên neteweyî û navdewletî. Parastina destkeftiyên şoreşa jinan û bicihkirina wan di destûrê de pabendbûnek bêdawî ye. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin da ku piştrast bikin ku ev stratejî vediguherin rastiyek yasayî û sazûmanî ku mafên hemû jinên Sûriyeyê diparêze, rûmeta wan diparêze û rola wan a pêşeng di birêvebirina Sûriyeyê de ber bi veguherînek demokratîk a berfireh ve misoger dike.”
Konferans bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.







