Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
- 14:47 17 Adar 2026
- Rojane
AMED - Li navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn, Erxenî, Pasûr, Pîran, Gêl û Çêrmûg ên Amedê Newroz hat pîrozkirin.
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn, Erxenî, Pasûr, Pîran, Gêl û Çêrmûgê yên Amedê Newroz hat pîrozkirin.
Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li bernameyên Newrozê bûn. Li cihê pîrozbahiyan girse li ber stranan û dahol û zirneyan govendê gerandin. Di pîrozbahiyan de dirûşmên wek "Jin Jiyan Azadî", "Jin Jiyan Azadî Azad Bike Rêbertî" hat berzkirin.







